Polîsên Tirk cenazeyê Erkmen revandin
Cenazeyê Vedat Çem Erkmen ê ku bi gumanbarî li girtîgehê jiyana xwe ji dest da, ji aliyê polîsên Tirk ve hate revandin.
Cenazeyê Vedat Çem Erkmen ê ku bi gumanbarî li girtîgehê jiyana xwe ji dest da, ji aliyê polîsên Tirk ve hate revandin.
Cenazeyê girtî Vedat Çem Erkmen ku êvarê li Girtîgeha Tekîrdagê Hejmara 2’yan a Tîpa F’yê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da, serê sibehê birin Miduriyeta Goristanan a Kuçukçekmeceyê ya Stenbolê.
Malbatê xwest ku cenaze ji bo wecîbeyên olî bibe Komeleya Bazarcixa Dîgorê ya li navçeya Esenyûrtê.
Lê polîsan ji malbatê re bû asteng û got, "Bisekinin. Çima hûn cenaze dibin Esenyûrtê. Hûnê li wir aloziyan derxin. Hûn nikarin bibin komeleyê."
Malbatê jî nerazîbûn nîşanî astengiya polîsan da û got: "Ji ber em Kurd in, cenazeyên me nadin me."
Malbat û nûnerên partiyên sivîl û rêxistinên sivîl ji bo cenaze werbigirin li Miduriyeta Goristanan disekinin.
Polîsan ji malbata ku nerazîbûn nîşanî wan dan re got, ferman girtine ku wê cenaze nikare bibin Esenyûrtê. Cenazeyê ku di wesayîtê de tê sekinandin, li hangarê tê rawestandin.
Malbat hîn jî li bendê ye, lê cenazeyê Erkmen ji aliyê polîsan ve hate revandin.