Li Mêrsînê nêzîkatiya kefî ya li hemeberî civînên gel yên şaredariya Akdenîzê ya AKP’ê daye dest pÊ kirin didome. piştî civîna li Şevket Sumerê, li Taxa Guneş jî beriya civînê polîsan tax kir bin ablukayê û bombeya gazê avêt. Şaredarê Akdenîzê M. Fazil Turk pêşî li gengaşiyê girt û civîn zû bid awî kir.
Şaredariya Akdenîzê ya BDP’ê ya Mêrsînê civînên xwe gel di 21’ê gulanê de dîsa da dset pêkirin. şaredar Fazil Turk, serokê BDP a Mêrsînê, cigirên şaredar û endamên şaredariyê tevli civînan dibin. Beriya ku civîn pêk werin polîsên AKP’ê taxa ku civîn lê pêk tê dikin bin ablukayê.
Polîsên ku bi wesayîtên zirxî û akreban li dora cihê civÎnê dibin xelek hewl didin k civînan provake bikin. Rojek berê li taxa Şevket Sumer civîn pêk hat. Polîsan tax kir bin ablukayê. Her wiha li taxa Guneş jî heman rêbaz meşand. Beriya ku polîs bên her tiş baş bi rêve diçû. Lê wekî ku civîn derveyî zagonê de polîsan civîn kir bin ablukayê. Bombeya gazêavêtin gel. Hewl dan ku kursiyên şaredariyê desteser bikin. Lê şaredar û gel bi hevre tevgeriyan û nehiştin alozî bidome.
Serokê BDP a Mersînê Musa Kulu di destpêka civînê de axivî û helwesta polîsan rexne kir. Kulu wiha pê de çû: “Polîsên AKP’ê dixwazin civînên me sabote bikin .beriya civÎnê tên hewaya terorê didin meşandin. Naxwazin em bên cem hev. Lê bila vê ji bîr nekin ku em dê tu carî ji azadî, nasname û zimanê xwe tavîzê nadin.
ARMANCA WAN ASTENGKIRINA CIVÎNANE
Şaredar Fazil Turk jî balkişand ser helwesta polîs û got ev bi awayekî kêfî tê kirin. Turk got ku polîs dixwazin civînên gel asteng bike û wiha got: “Li hemberî helwesta polîsan em ji gel dixwazin ku bila cîvînên xwe bi bandortir pêk bînin. Bila her kes tevli bibe. ji berk u armanca wan eve me ji hev û din bikin. Armanca wan eve ku xebatên şaredariyê sabote bikin. Çend hefte berê me bi raya giştî re parve kir ku em dê civînan çêibkin. Ev tiştekî xwezayî ye. Demokrasî eve, rêveberî eve. Lê cara yekemîn dibînim ku dema ku şaredariya dewletê tiştekî ji gel re dibêje tê astengkirin. Ez ji bo hevok tune ku mirov bêjin.”
Turk piştî axaftinan der barê projeyan de agahî da. Civîn bi sînevîzyonê û pêşniyarên gel bidawî bû.