Polîsan şîdet li dayika Kapar kirin
Polîsan şîdet li dayika Kapar kirin
Polîsan şîdet li dayika Kapar kirin
Polîs vê carê şîdet li dayika ciwanê ku binçavkiribûn jî kirin. Polîsan li jina pîr xistin û heqeret lêkirin. Dayik Senem Kapar, dê der barê polîs de serlêdana sûc bikin.
Di serî de taxa Gulsuyu û li taxên kedkar yên Stenbolê li dijî çeteyan têkoşîn hat meşandin û polîsan di 7’ê cotmehê de bi gelek malan de girt û di operasyonê de şoreşgerên li dijî çeteyan serî hildanbûn rastî şîdetê hatin.
Polîs vê carê ne tenê şoreşger, şîdet li malbatan jî kirin. Yek ji mexdurên şîdetê dayika Mustafa Kaparê yê endamê ESP’ê Senem Kpaar bû.
Li gotî vegotinên Kapar, mifteya deriyê derve hatiye şikandin û polîsên ketine avahiyê, çawa deriyê daîreyê vedibe, bi carekê de ketine hundir.
Senem Kapar wiha got:
Çawa derî vebû ketin hundir. Ji kurê min re gotin ‘Şerefsiz tu Ozanî.’ Kurê min got ez Erkanim û bertek nîşanê polîsan da. Piştre Mustafa pirsîn. Mustafa jî li malê bû. Piştre her derê malê talankirin. Her der lêgerînkirin. Hundirê dolab û sobeyê lêgerîn kirin. Ji der polîsekî rupuş hat. Ji me re gotin li erdê razên. Heqeret û dijun dikirin. Hevserê min bertek nîşan da. Polîsekî bi hêzek mezin li min xist. Ez ketim erdê. Her derê min mor bû. Piştre çû derve û got min li derve çek dîtiye. Li ser vê Mustafa got ev aydê mine. Li me îşkence û heqeret kirin. Ez dê serlêdana sûc bikim. “
Li aliyê din bi ser mala Aykan Şîmşek de jî girtin û Şîmşek jî rastî heqeretan hat.