Meşa ku bi banga Koordînasyona Şopandina Girtîgehan xwestin li Kadikoyê pêk bînin ji aliyê polîsan ve hate asteng kirin.
Koordînasyona Şopandina Girtîgehan meşa ku xwest ji bo balê bikişînin ser çalakiya birçîbûnê ya di roja 46’mîn de hate asteng kirin.
Ji hezaran kesî zêdetir yên bi banga Koordînasyona Şopandina Girtîgehan li Altiyol ya Kadikoyê kombûn, xwestin bi meşin Qada Îskele ya Kadikoyê, lê rastî astengiya polîsan hatin. Hêzên çevîk yên polîs derdora girseyê dûrpêç kirin û hate ragihandin ku, destûr nedan bimeşin.
Girseyê bi sloganên “Mafê zimanê zikmakî nayê asteng kirin”, “Bend ji bo mirinê ne ji bo jiyanê”, “Tecrîdê rakin, mirinê rawestînin” diqêrin.