Daxuyaniya ku endamên Dev-Lîs û Dev-Guç di 50'emîn salvegera qetilkirina yek ji pêşengên nifşê 68'an Mahîr Çayan û hevalên wî yên li Kizildereyê de xwestin li ber avahiya Operaya Sureyya ya Kadikoyê bidin, ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. .
Polîsên ku koma diçû ber Operaya Sureyya asteng kirin, qedexeya qeymeqamtiyê weke hinceta pêkanînên kêfî nîşan dan. Dema endamên Dev-Lîs û Dev-Guç’ê ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin, endamên çapemeniyê yên ku çalakî dişopandin bi zorê ji qadê hatin derxistin.
Di dema ku ciwan hatin dorpêçkirin, çapemenî hat astengkirin ku dîmen nekişîne. Piştî astengiya keyfî polîsan êrîşî endamên Dev-Lîs û Dev-Guç ên ku dubare ji avahiya Partiya Şoreşger bi dirûşmeyên "Kizildere ne dawî ye, şer dewam dike" derketin kirin.
6 kesên ku li erdê kaş kirin û pişta wan kelepçe kirin, bi lêdanê hatin binçavkirin.