Polîsan malbata zarokek nûçêbûyî avêt kuçeyê
Zexta polîs û leşkeran a bi ser Parka Sevgiyê, berdewam e. Polîsan ku nekarî malbatan bi zorê ji nava parkê derbixin, hin malbat qanih kirin û derxistin.
Zexta polîs û leşkeran a bi ser Parka Sevgiyê, berdewam e. Polîsan ku nekarî malbatan bi zorê ji nava parkê derbixin, hin malbat qanih kirin û derxistin.
Piştî rabûna erdhejê li Hatayê, zexta polîs û leşkeran a bi ser tora piştevaniyê ya saziyên civaka sivîl, berdewam e.
Polîsan ku nekarî saziyên civaka sivîl ên bi mexdûrên erdhejê re dibin piştevan, ji Parka Sevgiyê derbixe, vêca bi dizî bi malbatan re axivî û çend malbat ji nava parkê derxistin.
MALBATA PENABER BI ZORÊ DERXIST
Polîs ku berdestê êvarê hatin qadê, konê malbateke penaber xera kir. Leşker, bêyî tu hişyariyê li mabatê bikin û qewil bidin ber, rakir konê AFAD’ê û çûn.
Hat zanîn ku zarokek hêj nû ji malbatê re çêbûye û rayedaran ji bo lê bimîne tu cih nîşanê malbatê nedaye. Malbatê, xwest biçe Edeneyê, polîs ew jî qebûl nekir û ji malbatê re got: “Ya em ê we bibin Narlicayê ya jî hûn ê wisa bimînin.“
TOP Û TÎP LI MALBATÊ BÛN XWEDÎ
Malbata, polîs jê re got, “em we nabin“, TOP û TÎP lê bûn xwedî. Ji bo malbatê bibin ba xizmên wê yên li Edeneyê, tiştê bivê, dikin.