Polîsan êrîşî malbatên cenazeyên xwe dixwazin kirin

Ji ber nedana cenazeyên şervanên YPG/YPJ'ê yên li Deriyê Sînor ê Xabûrê tên sekinandin, malbatan xwestin serî li dozgeriyê bidin, lê belê polîsên Tirk êrîşî wan kirin.

Malbat ji bo wergirtina cenazeyên zarokên xwe, ku destûr nayê dayîn ji Deriyê Sînor ê Xabûrê bên derbaskirin, beriya serlêdana li Dozgeriya Silopiyayê, li ber avahiya DBP'ê ya navçeyê civiyan.

Lê belê polîsên Tirk bi bombeyên gazê, ava şid û fîşekên rastî êrîşî malbatan kirin. Malbat neçar man xwe li malên derdorê û avahiya navçeyê bigirin.

Li aliyê din, di êrîşa polîsan a li taxên Nûr û Cûdî de Emîn Ûysal (60) bi fîşeka gazê li çenga wî ket, birîndar bû.