Polîsan êrîşî endamên HDK'ê kirin
Polîsan êrîşî daxuyaniya ku li Stenbolê li dijî tayînkirina qeyûm a li Navenda Koordînasyona Krîzê ya HDP’ê kirin.
Polîsan êrîşî daxuyaniya ku li Stenbolê li dijî tayînkirina qeyûm a li Navenda Koordînasyona Krîzê ya HDP’ê kirin.
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî qeyûmê li ser Navenda Koordînasyonê ya Krîzê ku li navçeya Bazarcixa Mereşê hatibû peywirdarkirin û rawestandina xebata li wir li ber avahiya HDK’ê daxuyanî dan.
Di daxuyaniyê de pankarta “Hevgirtina gelan bi qeyûman nikare bê astengkirin” hat vekirin. Hevberdevkên HDK’ê Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, rêveberên HDP’ê, pêkhateyên HDK’ê û nûnerên rêxistinên sivîl tev li daxuyaniyê bûn. Di kêliya dê çalakiyê dest pê bikira, polîsan xwest bi îdiaya “daxuyanî bêqanûnî ye” asteng bikin. Tevî ku biryarek qedexeyê ya walîtiyê û qeymeqamiyê nebû jî polîsan xwest çalakiyê asteng bikin.
Hevserokê HDP’a Stenbolê Ferhat Encu diyar kir ku, biryara qedexekirina çalakiyê bêqanûnî û bêhiqûqî ye. Di vê navberê de balkêş e ku polîsan got, “Bisekinin, em ê biryarê bidin girtin.” Çalakvanan helwesta polîsan protesto kir.
Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr anî ziman ku, alîkarî û piştevaniya li herêma erdhejê li Bazarcixê embara wan bêqanûnî û bêhiqûqî hatiye desteserkirin û qeyûm li ser hatiye peywirdarkirin got: “Di ser erdhejê re 10 roj derbas bûn. Dewleta ku 10 roj bûn ku di xewa zivistanê de bû, di encama roja 10’an de torên piştevaniyê belav kirin û qeyûm danîn ser embara me.”
Demîr da xuyakirin ku, ji bo piştevanî bê astengkirin êrîş hatiye kirin û wiha axivî: “Yên ku li malên xwe germ rûniştine, êrîşî piştevaniya gel dikin û hêza xwe ya zordest dixin dewrê. Heke we qeyûm tayînî şaredariyên HDP’ê nekira wê ewqas qurbaniyên me çênebûna. Dewlet bi pêçandina birînên welatiyên xwe ve berpirsiyar e. Dewlet neçar e di çarçoveya erka xwe de alîkarî û xizmeta welatiyan bike.”
Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek jî bertek nîşanî helwesta polîsan da û got: “Hûn neçar in rêyên diçin herêmên erdhejê vekin.” Polîsan di vê navberê de ji girseyê re got, “hûn qanûnan nizanin.” Çalakvanên HDK’yî jî bersiv dan û gotin: “Çima ew qanûn ji bo qurbaniyên di bin kavilan de neket dewrê. Wê dewleta qatil hesab bide. We gelê me qetil kir.” Li ser van gotinên HDK’iyan, polîsan gef li HDK’iyan xwar. Polîsan piştre êrîşî çalakiyê kir û li çalakvanan da.
Piştre girse derbasî avahiya HDK’ê bû û daxuyanî da. Berdevka Giştî ya Meclisên Jinan a Sosyalîst Çîçek Otlû bertek nîşanî astengkirina polîsan da û got: “Dewlet kujerê ewqas qurbanî ye. Em ê qet van kujeran ji bîr nekin.”
Hevserokê Partiya Avakirina Jinûve Sosyalîst (SYKP) yê Stenbolê Ronî Goren jî diyar kir ku, dewlet li herêmên erdhejê nebû û desthilatdarî dixwaze piştevaniyê asteng bike.
Hevberdevkê DBP’ê yê Herêma Marmarayê Atîlla Ozdogan jî destnîşan kir ku, dewlet dixwaze piştevanî û alîkariya gel asteng bike.