Polîsan êrîş birin ser çalakiya Halkevlerî: 8 kes hatin destgîrkirin
Polîsan êrîş birin ser çalakiya Halkevlerî ku zexta li herêmên erdhejê ya li ser rêxistinên civakî yên sivîl dihate şermezarkirin. Di êrîşê de 8 kes hatin destgîrkirin.
Polîsan êrîş birin ser çalakiya Halkevlerî ku zexta li herêmên erdhejê ya li ser rêxistinên civakî yên sivîl dihate şermezarkirin. Di êrîşê de 8 kes hatin destgîrkirin.
Endamên Halkevlerî ji bo zext û zordariya li rêxistinên civakî yên li herêmên erdhejê têne kirin şermezar bikin, li ber avahiya Halkevlerî ya Stenbolê daxuyaniyekk dan çapemeniyê. Lê belê polîsan êrîş birin ser çalakiyê.
Di encamê de jî 8 kes hatin destgîrkirin. Kesên hatine destgîrkirin:
"Tûana Ûgûz
Farûk Yildirim
Zeynep Çelîk
Ûmût Yildiz
Hasan Gencer
Ergîn Cavîk
Îbrahîm Gul
Alîşan Dîl."