Malbata gêrîla Rûken Muhammed (Peyman Efrîn) û Behman Reşîdî Keçelanlu (Mazlûm Dilgeş) cenazeyên zarokên xwe ji goristana bêkesan wergirtin. Polîsan destûr neda malbat bi girseyî cenazeyên zarokên xwe bi rê bikin. Polîsan cenaze desteser kir di bin dorpêça maşîneyên zirxî de derxistin derveyî bajar.
Di 15'ê Kanûna 2011'an de li navçeya Xişxişokê ya Çewlikê şer derket û di şer de 8 gêrîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dan. Di nava 8 cenazeyan de cenazeyên gêrîla Rûken Muhammed (Peyman Efrîn) û Behman Reşîdî Keçelanlu (Mazlûm Dilgeş) li goristana bêkesan ya Kilyosê hate definkirin.
Malbatên ku ji Rojhilat û Rojavayê Kurdistnaê hatin, pişti serlêdan kir û testa DNA'yê kirin, bi tevlêbûna rêveberên BDP'ê û YAKAY-DER'ê cenaze ji goristanê wergirtin. Malbatan di bin çavdêriya doktoran de cenazeyên zarokên xwe ji morga saziya tiba edlî wergirtin. Malatan cenaze wergirtin û ber bi Taxa Gazî ve bi rêketin. Dema karwana cenaze ket rê, bi sedan maşîneyên zirxî yên polîsan dan pey karwana cenaze. Hêzên cevîk bi 6 TOMA dan ber karwanê û rê li pêş karwanê girtin. Polîsan cenaze ji malbatê wergirt û di bin dorpêça maşîneyên zirxî de derxistin dervey bajar. Hevserokên BDP'ê yên Stenbolê Ali Riza Bilgil bertek nîşanî polîsan da. Malbatan jî bertek nîşanî helwesta polîsan da. Polîsan piştî cenaze li ser pira Fatih Sultan Mehmet re derbazî milê Anadolu kirin derxistin dervey bajar.
Li Goristana Bêkesan ya Kilyos piştî 2 cenazeyên gêrîlayan hatin wergirtin 2 cenazeyên din yên gêrîlayên HPG’ê man. Berê testa 4 gêrîlayan diyar bibû.