Polîsan bi ser mala Semra Guzel de girtin
Polîsan bi ser mala Parlamentera HDP'ê Semra Guzel a ku parêzbendiya wê bi hevpariya AKP, MHP, CHP û ÎYÎP'ê rakirin de girtin. Hat hînbûn ku Guzel ne li malê ye.
Polîsan bi ser mala Parlamentera HDP'ê Semra Guzel a ku parêzbendiya wê bi hevpariya AKP, MHP, CHP û ÎYÎP'ê rakirin de girtin. Hat hînbûn ku Guzel ne li malê ye.
Piştî du fezlekeyên derbarê Parlementera HDP'ê ya Amedê Semra Guzelê de sewqî Meclîsê hatibûn kirin, di 1'ê Adarê de li Desteya Giştî parêzbendiya wê hatibû betalkirin.
Piştî betalkirina parêzbendiyê polîs îro çûn mala Guzelê.
Piştî betalkirina parêzbendiyê Serdozgeriyê Komarê ya Enqereyê jî îro bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" derbarê Guzelê de lêpirsîn dabû destpêkirin. Piştî vê polîs li Amedê çûn mala Guzelê. Hat hînbûn ku Guzel ne li malê bûye.