Polîsan avêtin ser nûnertiya HDP'ê
Polîsên Tirk avêtin ser nûnertiya HDP'ê ya li taxa Ziya Gokalp a Başakşehîrê.
Polîsên Tirk avêtin ser nûnertiya HDP'ê ya li taxa Ziya Gokalp a Başakşehîrê.
Li Stenbolê, polîsên Tirk ber destê sibehê saet di 04:00 de, bêyî ku agahiyê bidin rêveberên HDP'ê yên navçeyê bi îdîaya 'di hundir de cebilxane heye' avêtin ser nûnertiya HDP'ê ya li taxa Ziya Gokalp a li navçeya Başakşehîrê.
Polîsan piştî ku li hundirê avahiyê lêgerîn kirin, bi telefonê li rêveberên HDP'ê geriyan û diyar kirin ku wan operasyon kirine.
Rêveberên HDP'ê nerazîbûn nîşanî rewşê dan, çûn avahiya nûnertiyê û rapor amade kirin.