Polîs li Silopiyayê bi fîşekên rastî êrîşî gel dikin
Li taxa Cûdî ya navçeya Şirnex Silopiyayê, girseya gel a nerazîbûn nîşanî dagirtina xendekên li dijî operasyonên qirkirina siyasî hatibûn kolandin da, rastî êrîşa polîsan hat.
Li taxa Cûdî ya navçeya Şirnex Silopiyayê, girseya gel a nerazîbûn nîşanî dagirtina xendekên li dijî operasyonên qirkirina siyasî hatibûn kolandin da, rastî êrîşa polîsan hat.
Li taxa Cûdî ya navçeya Şirnex Silopiyayê, girseya gel a nerazîbûn nîşanî dagirtina xendekên li dijî operasyonên qirkirina siyasî hatibûn kolandin da, rastî êrîşa polîsan hat. Girseya gel nerazîbûn nîşan da ku kefçeyên zirxî hatin taxê. Li hemberî vê nerazîbûna gel, polîsan bi bombeyên gazê, ava şid û fîşekên rastî êrîş kirin.
Li taxa Nûrê nerazîbûn li hemberî polîsan hat nîşandan û li vir pevçûn derket. Dengê çekan ji taxê tê.
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu jî piştrast kir ku li Silopiyayê li dijî gel fîşekên rastî hatine bikaranîn.