Polîs ji kujer re dibêje: Vê rewşa te li zora min diçe
Qeydên axaftinên polis û Mehmet Altûn ê 7 endamên malbata Dedeogullari qetil kir ket dosyeya dadgehê. Di qeydan de tê dîtin ku polîs teşwîq kiriye, daxwazên wî pirsîne û gotiye "Mêrxasê min."
Qeydên axaftinên polis û Mehmet Altûn ê 7 endamên malbata Dedeogullari qetil kir ket dosyeya dadgehê. Di qeydan de tê dîtin ku polîs teşwîq kiriye, daxwazên wî pirsîne û gotiye "Mêrxasê min."
Di rûniştina îro ya doza êrîşa li dijî malbata Dedeogullari ya li navçeya Meram a Konyayê de, biryara berdana Alî Keleş û Lûtfu Keleş hat dayîn. Di dozê de gumanbarên girtî tuneye.
Hin axaftinên gumanbar Mehmet Altûn ên piştî qetlîamê ji Navenda Telefonên Lezgîn a 112'an û ji Buroya Cînayetê ku sewqî wê hat kirin, der barê dosyaya nîjadperestiyê de ku 7 kes hatin qetilkirin, ketin dosyaya dadgehê.
Di axaftinan de hat dîtin ku polîs wekî "Mêrxasê min" xîtabî gumanbarê qetlîamê Mehmet Altun dikin, herwiha hat tomarkirin ku wî gotinên teşwîqê ji bersûc re gotine. Piştî ku telefona 45 deqeyî ji 12 rûpelan hat wergerandin û ket qeydên dadgehê û piraniya wan "nayê fêmkirin " hatin dîtin, parêzerê malbatê Abdurrahman Karabulut ji dadgehê re daxwaz kir ku divê forma xav a qeydên deng ne ji aliyê polîsan ve ji aliyê pisporekî ve bê lêkolînkirin. Lê dadgehê ev daxwaz red kir.
Parêzer Abdurrahman Karabulut ji ANF'ê re ev geşedana dozê nirxand û got, ji bo kesên li pişt bûyerê dernekevin holê ev hewldanek berbiçav e.
DADGEHÊ PISPOR RED KIR
Karabulut diyar kir ku her çend qeyda deng a 45 deqeyî 12 rûpel bin jî, ji bo gelek cihan gotine “nayê fêmkirin” û wiha got, “Deşîfrekirina qeyda telefonê ya 45 deqîqeyî ji 12 rûpelan pêk tê, lê heke hûn van 12 rûpelan kêm bikin, ew dadikeve 6-7 rûpelan. Dema ku em li diyaloga di navbera bersûc û asayîşê de dinêrin, ew li pir cihan, belkî ji sisêyan duduyan jî, xalek wekî "nayê fêm kirin" danîne. Pir eşkere ye ku reşkirina delîlan heye. Li ser vê yekê me daxwaz kir qeydê bidin me û ji aliyê pisporekî serbixwe ve were veçirandin. Ji ber ku yê axaftinê deşîfre dike dike polîs e. Bi gelemperî, pispor deşîfreyê dike. Dadgehê ev yek red kir.”
POLÎS Û KUJER DI HEMAN YEKPAREBÛNA HESTYARÎ DE NE
Parêzer Karabulut diyar kir ku qeyda deng piştî 15 mehan hat û wiha dewam kir: “Ev qeyda deng 15 meh şûnde hat. Ev qeyd hem 112 hem jî rapora polîsan e. Bi gelemperî, tomarên deng hem bi tevahî û hem jî di nav çend rojan de dihatin. Hûn nikarin di wan tomarên dengî de gotineke wiha weke beşeke “nayê fêmkirin” bibînin. Her çawa dibe hem ew piştî 15 mehan tê û hem jî ji sêyan du wekî "nayê fêmkirin" tê destnîşan kirin. Di qeydan de tê gotin ku malbata êrîşkar bi vî karî re mijûl nebûne. Dîsa îfadeyên polîsan gelek tirsnak e. Gotina wî ya wekî "Mêrxasê min" ji bo bersûc heye.”
Ji xwe kujer di qeydên telefonên girtîgehê yên bi mamên xwe re kirine de jî wiha dibêje: “Polîsan rêberiya min kir û di îfadeya min de alîkariya min kir. Digel van hemû rastiyan, reşkirina delîlan û hewildanên têkbirina tomarên dengî, bi îtîrafên wî ve tê îspat kirin ku polîs û kujer di heman yekparebûna hestyarî de ne. Ji bo ku saniyeyek jî ji dest neçe, me xwest ku qeydên deng çareser bibin. Dadgehê ev yek red kir.”
EM Ê NEBIN PERÇEYEK VÊ LÎSTIKÊ
Abdurrahman Karabulut diyar kir ku sedema redkirina dadgehê ew e ku kesên serkêşî yan jî teşwîq kirine dernekevin holê û wiha got: “Hinceta redkirinê ew e ku naxwazin kî li pişt perdê heye eşkere bibe. Vê yekê diparêzin. Kujer ne serbixwe ye. Me daxwaz kir ku qeydên PTS û KGYS ên di derbarê wesayita ku wî kirê kiriye û pê geriyaye de bên derxistin. Ji ber ku ev daneyên ku li ser bingeha pelê bandor dikin. Me daxwaza derxistina wan kir; Dadgehê dîsa red kir. Bi hinceta ku bandorê li dosyayê nake red dike.
Di qeydên kameraya mala ku komkujî lê hatiye kirin de 2 deqîqe windabûna vîdeoyê heye. Hema berî vê qetlîamê û piştî vê qetlîamê, em difikirin ku kujer ne bi tenê bû û wesayîtên wî yên pêşeng hebûn. Me daxwaza nasnameya van wesayîtan kir. Wan jî daxwazên me red kirin. Dadgehê gelek daxwazên bi vî rengî red kir. Ji ber vê yekê li vir ji bilî şanoyê tiştek nîne. Em ê tu carî nebin amûrê vê lîstikê. Têkoşîna me ya li ser vê yekê wê bidome. Dozger nêrîna xwe da. Bi dîtina wî, di çarçoveya xala 82/1 A ya "kuştina bi hesteke cinawirî û bê teşwîqkirina kuştinê" de ji bo 8 kesan ceza xwest, di nav wan de kujer jî heye. Tevî daxwaza dozger jî heyeta dadgehê biryara girtinê neda. Rûniştin taloqî 17'ê Mijdarê hat kirin û bi îhtîmaleke mezin dê rûniştina biryarê hebe."
POLÎS: EM LI BIN HEMAN ESMANÎ NE
Di vê beşa axaftina di navbera gumanbar Mehmet Altun û Buroya Cinayetê de, polîs ji bersûc Altun re dibêje ku ew ji heman herêmî ne.
Gumanbar Mehmet Altun: Ez dixwazim teslîm bibim, we fêm kir? Ez dixwazim teslîm bibim, lê naxwazim bela li pey xwe bihêlim. We min fêm kir?
Polîs: Li pişt we dê tu bela nemine, ji me bawer bike.
Gumanbar Mehmet Altun: Lê me di bûyera berê de dît. Me di şer de dît. Bi çekan hatin, li ber malê tehdît kirin. Li ber çavê her kesî! Polîs ji wesayîtê derneketin, ez ê çawa bi polîs bawer bikim?
Polîs: Bira, ez ji Kadinhanliyê Konyayê me. Rewşa te gelek li zora min diçe. Ez dibêjim ez ê bi hemû hêza xwe alîkariya te bikim. Xwe bernede.
Gumanbar Mehmet Altun: Bi qasî ku em dixwazin em ketine belayê.
Polîs: Na na, qet wisa nefikire. Tu carî wisa nefikire. Tu carî wisa nefikire. Tu ne bêçare yî. Her dem rêyek heye. Piştî her şeva tarî, roj hiltê. Ev der Tirkiye ye, xwe nexe tengasiyê bira, tunê xeletiyê bikî.
POLÎS RÊ VE DIBE
Di vê beşa axaftinê de, xuya ye ku polîs ji gumanbar re rê nîşan daye ango rê ve dibe:
Gumanbar Mehmet Altun: Spas dikim, gelek spas dikim, tenê ez dixwazim ku zirar negihe malbata min.
Polîs: Malbata we emanetî me ye. Malbata we emanetî me ye. Pirsgirêk bi wî re nebe bira. (axaftina nayê fêmkirin) Ax wey, wey! Tu çûyî wê derê biaxivî, ne wisa?
Gumanbar Mehmet Altun: Belê, ez pir xerab bûm. Min xwest ez hinekî biaxivim û bêhna xwe vekim.
Polîs: Bira, tu çûyî wê derê biaxivî. Roja ku hûn diçin wê axaftinê, di destê we de belge hene. Sedema çûyîna te ne meseleya dadgehê bû?
Gumanbar Mehmet Altun: Birêz?
Polîs: Sedema çûyîna te ji bo dadgehê bû? Ji bo çareserkirin û girtina pirsgirêkê hûn çûn e ne wisa?
Gumanbar Mehmet Altun: Rast e. Ji bo axaftin û danûstandinan. Ez çûm wê derê du malbatan li hev bînim.
Polîs: Hee. Piştre çi qewimî, nifir çêbûn? Çi kirin, çima bûyer veguherî vê yekê?
Gumanbar Mehmet Altun: (Axaftina nayê fêhmkirin)
Polîs: Tu bi awayek pir kîbar diçî. (Axaftina nayê fêmkirin) tu diaxivî û diçî.
Gumanbar Mehmet Altun: Êrîş kirin, wê min bikuştana. Şikir ji Xwedê re ez bi tedbir bûm.
Polês: Şikir ji Xwedê re ku hûn bi tedbir çûn e. (Dengên ji der ve nayên fêhmkirin) Baş e, baş e, hevalê me jî tên. Bira, ez ê berê te bidim Midûrê me yê cînayetê da ku hevdîtinê bikî. Ez ê bidim komîserê xwe.
Gumanbar Mehmet Altun: Baş e.
MIDÛRÊ POLÎSAN: MEHMEDÊ MIN, LI MIN BINERE MÊRXASÊ MIN
Di axaftina Altun a bi midûrê polîsan re tê dîtin ku midûr jê re dibêje "Mêrxasê min ";
Gumanbar Mehmet Altun: Ez niha li gundê xwe me, serê sibê jî ez ê werim Konyayê. Ez ê heta sibê li ser bifikirim, em ê dîsa hev bibînin, baş e?
Midûrê Polîsan: Mehmedê min li min binere mêrxasê min. Binêre, tu li ku derê yî, ji min re bêje: Bibêje were vî cihî. Ez û midûrek min din jî heye, em ê bi hev re bên. Binêrin hûn ê çawa me bibînin, em du kes werin. Were gel me em biaxivin bira.
Ger naxwazî ji nêz ve biaxivî em ji dûr biaxivin. Dema ku hûn me bibînin, dema ku hûn sohbeta me bibihîzin, dema ku hûn me nas bikin, hûn ê bixwe werin. Ji me tu zerar nabe.
Gumanbar Mehmet Altun: Midûrê min ji polîsên Tirk zirar nabe, em ji we hez dikin.