PKK'ê 'Şehîdên meha Cotmehê' bibîr anî
PKK'ê 'Şehîdên meha Cotmehê' bibîr anî
PKK'ê 'Şehîdên meha Cotmehê' bibîr anî
Komîteya Rêveber a PKK'ê, şoreşgerên di meha Cotmehê de jiyana xwe ji dest dan, bibîr anî. Di daxuyaniya komîteyê de hat gotin, "Berxwedana Keç û Xortên nemir ên Kurd, ku pêşeroja di destpêka sedsala 21'an de hatiye tarîkirin bi pêşeroja hatiye ji bîrkirin re hewl dan ronî bikin, bi Bêrîtanbûyînê re azad bûn, di têkoşîna me ya azadiyê de wê her tim rêberên me yên jêneveger bin."
Komîteya Rêveber a PKK'ê ya daxuyaniyeke nivîskî weşand diyar kir, ku şervanên azadiyê yên Kurdistanî di têkoşîna azadiyê de ji nû ve can, xwîn dane jiyanên riziyayî û ji bo jiyanên watedar û bedew derxînin holê, li refên herî pêş, bêyî pavekê bi paş ve biavêjin, mîna îro li Kobanê tê dîtin, canê xwe feda kirine.
Komîteya Rêveber a PKK'ê da xuyakirin, ku van cangoriyan bi bedewiya bedenên xwe dara azadiyê av dane, ji Kurd û gelên Kurdistanî re bûne ronahiya hêviyê û ev rojên nêzî azadiyê afirandine. Daxuyaniyê wiha dewam kir:
"Di Dîroka Tevgera Azadiyê ya Kurd de, Bêrîtan-Gulnaz Karataş a digoti 'Şer bike gula min şer bike, bi şerkirinê em hene. Bi şerkirinê em bedew dibin, zêde dibin, bi şerkirinê em hez dikin', dema ber bi şehadetê ve diçû jî asta pîvanên milîtaniya azadiyê nîşan da, di vê oxirê de gavekê jî bi paş ve neavêt, piştî ku heta fîşeka xwe ya dawî şer kir ji bo çeka xwe nede dijmin şikand û xwe ji zinar avêt xwarê. Bi vê yekê re her kes dizane ku Besê, Zarîfe û hînê gelek jinên Kurd ên berxwedêr bi çi rengî ber bi şehadetê ve çûne. Dema ji vî alî ve tê nirxandin; Bêrîtan dibe sembola xeta berxwedanê ya kesayeta Jina Azad a li dijî xiyanetê, nokeriyê.
Ji ber vê yekê; yên nizanin di xeta şehadetan de bimeşin, jiyana wan jî, çalakiya wan jî, serketina wan jî zêde watedar nabe. Ji ber ku rakirina barê şehadetê yek ji barên herî giran e, jiyana li gorî pêwîstiyên şehadetê her çend jiyana herî zehmet a jiyanê ye, jiyana dilsoziya bi wan re, ya herî bi rûmet û serbilindî ye.
Bi vê rûmetê; em rêhevalên xwe yên di Şerê Azadiya Kurdistanê de di meha Cotmehê de jiyana xwe ji dest dane bibîr tînin:
Yek ji rûyên bedew ên têkoşîna me ya azadiyê rêhevala me Meryem Çolak a ji Meletiyê di 26'ê Comteha 1997'an de tevlî karwanê şehîdan bû û nîşanî her kesî da ku li Kurdistanê divê Dayikeke Kurd çawa bijî.
Rewşen-Leyla Kaplan a di 25'ê Cotmeha 1996'an de li Navenda bajarê Edeneyê li dijî mêtîngeriyê xwe kir bombe û taca şehadetê danî ser serê xwe, nîşand a ku sînorê jiyanê nîne ku di asta dilsoziya bi nirx û jiyanê de were jiyîn.
Rêhevala me Bermal-Guler Ortaç a ji Êlihê, di 29'ê Cotmeha 1996'an de li Navenda bajarê Sêwasê xwe li nava Hêzên Leşkerî yên TC ên faşîst teqand û bi awayekî bi heybet nîşanî tevahiya cîhanê da ku ew yek ji mînakên herî xurt ên fedaîtiya Apoyî ye.
Rûyeke din a bijarte ya şoreşgerî ku di 23'ê Comteha 1998'an de bi komeke rêhevalên bi fermandariyê rêhevalê me Adnan Haci-Agirî yê Kobaniyî taca şehadetê danî ser serê xwe, yek ji nûnerên xurt ên enternasyonalîzmê rêhevala me Ronahî-Andrea Wolf e. Rêhevala me Ronahî piştî têkoşîna salên dûr û dirêj ên li navenda emperyalîzmê, bi têgihiştina ku rêya xwegihandina gelên bindest derketina Çiyayê Azad e, berê xwe daye çiyê.
Rêhevalên me Kurdê-Selamet Menteş û Rotînda-Aynû Ortaç, di 23'ê Cotmeha 1998'an de bi nameyên li dû xwe hiştin re, li dijî komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd, bedena xwe dan ber agir û tevlî karwanê şehîdan bûn.
Yek ji rûyê çalak û ciwan ê têkoşîna me ya azadiyê, rêhevalê me Mişar-Arafat Çetîn e ku di 22'ê Cotmeha 1998'an de li Bedlîsê tevlî karwanê şehîdan bû.
Ronahî-Nazli Gorer a ji Erzîromê, di 28'ê Cotmeha 2011'an de li nava hêzên polîsên mêtînger xwe teqand û bû yek ji milîtanên fedaî yên Apoyî ku nîşan da divê li vê xakê di bin siya mêtîngeriyê de neyê sekinandin.
Rêhevala me Goksûn-Seher Kunculu ya ji Ewropayê hat Çiyayên Azad, bi sekna xwe ya di xeta fedaî de, di 20'ê Cotmeha 2011'an de li Mûşê tevlî karwanê şehîdan bû.
Li pêşberî bîranîna rêhevalên me Zîlan Hakkarî-Gulîstan Koç, Zinar-Sûltanelî Jûlîde, Berwar-Aynûr Kirbaş, Çekdar-Çolî Çemel, Gever Faraşîn-Reşat Aslan û Levent--Ahmet Mîrza yên di 22-23'ê Cotmeha 2011'an de li Geliyê Teyarê ji ber bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta TC a dagirker ve, di bin fermandariya Brûsk-Mîzbah Ezer û Rûken-Sevcan Algunerhan de taca şehadetê danîn ser serê xwe û li pêşberî bîranîna hemû şehîdên azadiyê yên meha Cotmehê em bejna xwe bi rêzdarî ditewînin."
‘DI MEHA COTMEHÊ DE XWÎNA BI SEDAN ŞERVANÊN AZADIYÊ JI BO AZADIYA KURDISTANÊ HERIKÎ’
Komîteya Rêveber a PKK’ê diyar kir ku di dîroka têkoşîna azadî û berxwedana Kurdistanê de cihê taybet ê meha Cotmehê aşkera ye, meheke ku bi sedan şervanên azadiyê xwîna xwe ji bo azadiya Kurdistanê rijandine, li ser kevneşopiya berxwedana vê mehê îro li Kobanê, Serêkaniyê, Qamişlo, Efrîn, Şengal û Kerkûkê berxwedana şervanên azadiyê yên Kurd didome.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Kurd û Kurdistan bi salan qirkirinê re rû bi rû maye û her çiqasî li hember van qirkirinan li ber xwe dabe jî dawiya wê timî hilweşîn bû.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, “Vê carê ji nû ve paşverûtiya herêmê û hêzên mêtinkar hewl didin heman tiştî li hember gelê Kurd û gelên Kurdistanê pêk bînin. Lê belê cara yekemîn e berxwedanên li hember qirkirinên fizikî û çandî yên di Dîroka Kurdistanê de rû dane hatine pêşxistin, hem Kurdan hem jî gelên herêmê di mijara ku ji qirkirinan biparêze wêdetir xwedî naverokekê ye ku wê azadiya gelên herêmê bîne her kes dibîne û dibêje.” Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku wê berxwedana nemir a keçên Kurd ên her dibin Bêrîtan azad dibin û xortên Kurd ku hewl didin pêşeroja xwe ya di destpêka sedsala 21. de hat tarîkirin bi paşeroja xwe ya hatiye jibîrkirin re ji nû ve ronî bikin, wê di têkoşîna azadiyê de bibe rêberê her kesî yê dest jê nabe.
Di daxuyaniyê de herî dawî wiha hat gotin, “Bi berpirsiyartiya ku ev rastî di cewhera xwe de bi rastiya şehîdên PKK’ê re yekser girêdayiye û encama fedakariyên wan ên bêdawî ne, em bang dikin ku weke duh îro jî li derdora şehîdên me yên şoreşa Kurdistan gelê me, gelên herêmê bigihêjin hev, tevlî berxwedana li Kobanê bibin piştgirî û alîkariyê bikin.”