PKK'ê bang li PDK, Goran û YNK'ê kir

PKK'ê bang li PDK, Goran û YNK'ê kir

Komîteya Rêveber a PKK'ê, di daxuyaniya xwe ya bi wesîleya salvegera 15. komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bang li PDK, Goran û YNK'ê kir ku firsenda kongreya neteweyî ya navbera Kurdan, baş binirxînin. PKK'ê her wiha li dijî polîtîkayên mijûlkirinê yên AKP'ê bang li gelê Kurd kir ku her qadên xweseriya demokratîk gav bi gav ava bike."

Komîteya Rêveber a PKK'ê bi wesîleya 15. salvegera komploya navneteweyî ku rê li ber derketina Ocalan ji Sûriyê vekir daxuyaniyek da û got, "Di 15. salvegera komploya navneteweyî ya di kesayetiya Rêber Apo de li dijî gelê Kurdistanê, Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û hemû gelên Rojhilata Navîn hatiye kirin de, em hemû hêzên navneteweyî, herêmî û nokerên di komployê de cih girtin, bi hêrs û nefretê careke din lanet dikin. Em Rêber Apo yê 15 salin li hemberî komploya navneteweyî berxwedaneke bêhempa nîşan dide, bi rêzdarî silav dikin. Di kesayetiya hevalê Xalît Oral de hemû hevalên xwe yên bêmirin ên bi şiyara "Hûn nikarin roja me tarî bikin" tarîtiya komployê ronî kirin û hemû şehîdên şoreşê yên Kurdistanê bi rêzdarî bibîr tînin û careke din soza xwe dûbare dikin ku emê bîranîna wan bi serketina têkoşînê tacîdar bikin."

KOMPLO TÊK ÇÛYE

PKK'ê da xuyakirin ku komplo pûç bûye û got, "Hêzên komploker ên navneteweyî xwestin, di kesayeta Rêber Apo de PKK'ê tine bike, bê hêz bixîne ku nikaribe têbikoşe, bi şikandina hêviya dawî ya azadiyê ya gelê Kurd re pêşî li Kurdê noker vekin û Rojhilata Navîn jî li dijî berjewendiyên gelan li gorî modernîteya kapîtalîst dîzayn bikin. Bi vî rengî dewleta Tirk a mêtînger jî girtin cem xwe û di mijara dîzaynkirina herêmê de xwestin rolekê bidin wê. Bingeha desthilatdariya AKP'ê bi vî rengî hatiye danîn. Li ser vê bingehê xwestine gel û kedaran bê rêber û rêbertiyê bihêlin û ji her şêweyên talan û zextê re bikin hedef. Lê belê, li pêşberî vê bi berxwedana bêhempa ya Rêber Apo, berxwedana gerîla û gelê me re komploya navneteweyî pûç bûye û têk çûye."

PAKÊTA PÛÇ

PKK'ê di dewama daxuyaniya xwe de ev xal destnîşan kir: "Şoreşa Rojava ya li ser bingeha paradîgmaya nû ya Rêber Apo ava bû, şerê gel ê şoreşger ê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê di 2011-2012'an de li dijî dewleta Tirk a mêtînger meşand û piştî konferansên li Amed, Enqere û Brukselê, kongreya neteweyî ya Kurd a tê palnkirin li Hewlêrê bê lidarxistin, nîşan didin ku komplo bi awayekî zelal hatiye pûçkirin. Ji ber ku ev pêşketin, berhema berxwedana bêhempa ya li dijî hemû êrîş, hewldan û rastiya komploya navneteweyî, ye. Di afirandina van pêşketinan de berxwedana dîrokî ya Rêberiyê û rastiya şehîdan roleke diyarker lîstine. Ev yek di heman demê de nîşan dide ku şoreşa Kurdistanê ti carî têk naçe. Ev ispata serketina şoreşa Kurdistanê ye.

Di 15. salvegera komploya navneteweyî de, partiya me PKK bi projeya xwe ya neteweya demokratîk a hewl dide li ser bingeha modernîteya demokratîk biafirîne, bi gelê xwe yê li çar perçeyên Kurdistanê, derveyî welat û bi hêza xwe ya parastinê re, em hîn bêtir nêzî serketinê ne.

Lê belê ev serketin dê bi rêxistinbûyîneke mezin, bexwedan û têkoşînê pêk were. Ji ber ku hêzên komploker ên navneteweyî, noker û dewleta AKP'ê ya mêtînger dixwazin komploya navneteweyî ji nû ve têxin meriyetê. Daxuyaniyên di bin navê "pakêta demokratîkbûyînê" de ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve herî dawî hatin dayîn, nîşan didin ku dixwazin bi biryardarî komployê dewam bikin. Li Bakurê Kurdistanê di şûna ku mafên gelê Kurd ê ji ber gelbûyînê nas bike, pakêtên pûç aşkera dike û bi mijûlkirinê re dixwaze gelê me tine bike. Bi qezençkirina hilbijartinan û bi rewşeke hîn xurt dixwaze Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bieciqîne, polîtîkaya qirkirinê bi rê û rêbazên zirav bimeşîne. Li Rojavayê Kurdistanê jî ji bo şoreşa Rojava bifetisîne bi çeteyên mîna El Nûsra re hevkariyê dike û ev yek jî nîşan dide ku nûnerê komploya navneteweyî AKP ye. Hikûmeta AKP, bi piştevaniya hin nokeran re dixwaze komploya navneteweyî bi awayekî sernixumandî bimeşîne."

Komîteya Rêveber a PKK'ê destnîşan kir ku ev polîtîkayên AKP'ê yê îro nûneriya komploya navneteweyî dike, dê bi sekna Rêber Apo ya li Îmraliyê, berxwedana gelê me û bi çanda berxwedanê ya bêhempa ku şehîdên me ji me re hiştiye, were pûçkirin û têk birin. Komîteya Rêveber wiha dewam kir: "Biryara Azadkirina Rêber Apo û wergirtina statuya xweser a ji bo Kurdistanê, ku PKK'ê di Kongreya xwe ya 11. de wergirt û têkoşîna zane û rêxistinbûyî ya li her qadê hêzên komploker ên navneteweyî têk bir û dê hêzên ku dixwazin vê komployê ji nû ve bixe meriyetê, dîsa têk bibe. Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê di vê mijarê de biryardar e.

Yek ji gelê herî kevnare yê Rojhilata Navîn gelê Kurd, li dijî dewlet-netewe ya riziyayî, li ser bingeha yekitiya azad û wekhev a bawerî, çand û gelan projeya jiyana azad afirandiye û li pêşberî modernîteya kapîtalîst, projeya neteweya demokratîk a herî rast û di cih de pêk aniye. Ev yek di heman demê de, li gorî rastiya dîrokî, civakî, olî û çandî ya herêma me projeya herî guncaw a jiyanê ye. Azadiya ku Kurdistan û gelên herêmê heq dike, dê bi vê projeyê bi dest bixin. Berxwedana li dijî komploya navneteweyî, gav bi gav ber bi pêşerojeke bi vî rengî dimeşe."

BANGA KONGREYA NETEWEYÎ Û XWESERIYA DEMOKRATÎK

PKK'ê ev bang kir: "Di vê qonaxa girîng a dîrokê de Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, firsenda mezin e ji bo avakirina jiyana azad û wekhev a gelên herêmê. Weke PKK, di serî de PDK, Goran û YNK em bang li hemû hêzên Kurdistanî dikin ku ne li ser bingeha berjewendiyên partiyî, li ser bingeha berjewendiyên neteweyî nêzî Kongreya Neteweyî bibin û vê kongreyê bikin bingehek xurt ji bo azadî û yekitiya neteweyî.

Di salvegera 15. a komploya navneteweyî de em bang li hemû kadroyên partî, şervan û sempatîzanên xwe dikin ku rastiya 11. Kongreya Serketin û Fînalê ya PKK'ê baş fêm bikin û bi hunera afirîneriyê bicih bînin, bang li gel û dostên xwe yên li Kurdistan, metropol û derveyî welat dikin ku serhildanên li dijî komploya navneteweyî li ser bingeha "Rêberê Azad, Kurdistana Azad" hîn bêtir bilind bikin, Şoreşa Rojava biparêzin û li dijî polîtîkayên mijûlkirinê yên hikûmeta AKP'ê ku hewl dide hebûna xwe ya mêtîgeriyê li Kurdistanê rewa bike, li her qadan xweseriya demokratîk a Kurdistanê gav bi gav ava bikin."