PKAN-E destek da bajarên berxwedanê
PKAN-E, hatineya ji şevên piştgiriyê yên ji bo Cizîr û Sûrê bi dest xist, radestî Heyva Sor a Kurdistanê kir.
PKAN-E, hatineya ji şevên piştgiriyê yên ji bo Cizîr û Sûrê bi dest xist, radestî Heyva Sor a Kurdistanê kir.
Platforma Kurdên Anatoliya Navîn li Ewropayê (PKAN-E), ji bo Sûr û Cizîrê li Elmanya, Swêd û Swîsreyê şevên piştgiriyê lidar xist. Platformê 35 hezar Euro pereyê ji van şevan bi dest xist, radestî Heyva Sor a Kurdistanê kir.
Rêveberên PKAN-E hatin serdana Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Dûîsbûrgê û ev hatine li vê derê radestî rêveberên Heyva Sor a Kurdistanê kirin.
Rêveberên PKAN-E ji ANF'ê re axivîn û gotin, "Hevalên me yên jin, di van şevên piştgiriyê de kedeke mezin dan. Her wiha di çarçoveya kampanya xwedîderketina malbatan a li hev de, em pêdiviyên 3 malbatan tedarik dikin û me 10 malbat ji xwe diyar kirine."