Serdana delegasyona kurd ya li Korsîkayê bi dawî bû. Delegasyonê komên siyasî yên parlamentoyê û rêxistinên civaka sivî hevdîtin pêk anîn û piştre jî fîlmê bi navê ‘Ez Kurd im’ li salona sînemayê ya Ajaccîo temaşe kir. Cigirê şaredarê Ajaccio tevlî bû û piştî fîlm pirsgirêka kurd hat nîqaşkirin.
Delegasyona kurd di navbera 23-26’ê cotmehê de li Korsîkayê gelek serdan pêk anîn. Serokatiya delegasyonê Domînîque Torre kir û bi însiyatîfa Komeleya Kurdistan-Korsîka serdan pêk hat. Şaredarê Sûrê ya Amedê Abdullah Demîrbaş, nûnerê Ewropayê yê BDP’ê Eyyup Doru û nûnera KNK’ê yê Fransayê Fîdan Dogan bi serokê Parlamentoyê Dominique Boucchini, komên siyasî yên parlamentoyê ku ji51 kursiyê pêk tê hevdîtin pêk anîn.
Di hemû hevdîtinan de komên siyasî yji bo piştevaniyê peyam dan û soza ku dê der barê vê de pêşnûmeyeke di parlamentoyê derbas bibe soz dan. Sendîkaya FSU jî piştî hevdîtinê daxuyaniyek da û daxwaz kir ku sendîkavanên girtî û kesên hatin hilbijartin serbest bên berdan.
Serdana heyetê di çapameniyê de deng veda. Rojnameya Corse Matin bi Demîrbaş re roportajek kir û di rojnameya xwe de cih dayê. Her wiha rojnameya Journal de Dimanche jî bal kişand ser vê ziyaretê.
EZ KURD IM
Di 25’ê cotmehê de li kolanên Ajaccîo afîşên fîlmên ‘Ez Kurdn im’ ji aliyê Partiya Komunîst ve hatin daliqandin. Li Ajaccio cara yekemîn şahiyeke wisa pêk tê.’ Heman rojê der barê siyasetmedarên kurd û rojnamegerên kurd yên girtî de bernameyek hat lidarxistin.
Êvarê jî saet di 20.00’an de li salona sînemayê ya Diamant fîlmê “Ez Kurd im” hate nîşandan. Kesên hatin fîlm temaşekirin di çarçoveya kampanyaya ji Ocalan re Azadî, de îmze hatin berhevkirin. Cigirê şaredariya Ajaccio jî îmze da.
Cigirê şaredar axaftinek kir û bal kişand ser qirkirin û komkujiya li ser kurdan û wiha got: “ Kurd têkoşîneke mafdar dimeşînin. Em bêdengiya çapemeniyê jî rexne dikin. Kurd niha di grevê de ne. Zarok û wekîl jî din av de hene. Divê gel bikeve nava tevgerê. Hewcedarî heye ku em jî ji bo piştevaniyê bikevin nava tevgerê.”
REWŞA GIRTÎGEHAN XERABE
Sekreterê Korsîkayê yê Partiya Komunîst Maxîme Nordee jî da zanîn ku ji ber ku pirsgirêka kurd ji vê rewşa heyî derkeve divê Ocalan azad bibe û hemû girtiyên siyasî bên berdan. Nordee banga tevlibûna kampanyaya Ji Ocalan re Azadî kir.
Piştî axaftinan fîlm hat temaşekirin. Derhênerên fîlm Antoine Laurent û Nicolas Bertrand, endamê Parlamentoyê Ewropayê (PE) Marie Christine Vergiat, ji karê derve yê PCF Sylvie Jean, serokê Federasyona Komeleya Kurd a Fransayê (FEYKA) Mehmet Ulker û Dominique Torr nîqaşek meşandin. Her wih aşaredarê Bîgornîo René Grazian û akademîsyen Pascal Torre jî hebû.
Vergîat diyar kir ku bi dehan rojnameger girtî ne û da diyarkirin Tirkiye di vê mijarê de rekora cîhanê şkandiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tikriyeyê li hemberî hêmayên herî esas yên mafê mirovan de rêzdarî nîşan neda. Pozîsyona me eve ku heta Tirkiye rêzdariyê nîşanê mafê mirovan nede ne mumkun e Tirkiye bibe endama Yekitiya Ewropayê.”
Serokê FEYKA Mehmet Ulker jî da zanîn ku Fransa jî ji ber berjwendiyên xwe yên siyasî û aborî li hemberî kurdan operasyonê pêk tîne”