Piştî pîrozbahiya Stenbolê bi sed hezaran dest bi meşê kirin
Li Stenbolê piştî pîrozbahiya Newrozê bi sed hezaran meşiyan.
Li Stenbolê piştî pîrozbahiya Newrozê bi sed hezaran meşiyan.
Tevî hewaya sar jî bi sed hezaran kes tevlî pîrozbahiya Newrozê ya li Qada Yenîkapiyê bûn.
Di pîrozbahiya ku gelek caran dirûşmeyên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin berzkirin de Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, Hevserokê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Şahîn Tumuklu, Hevseroka SODAP'ê Sevtap Akdag Karahalî, Hevserokê SYKP'ê Cavît Ûgûr, Hevberdevkê Partiya Keskan û Çep Îbrahîm Akin, Serokê EMEP'ê Ercûment Akdenîz û Serokê TÎP'ê Erkan Baş axaftin kirin.
Serokê EMEP’ê Ercûment Akdenîz di axaftina xwe de got, “Dixwazin tifaqa me hilweşînin, em ê hîn zêdetir xurt bikin. Ez dixwazim bi gotina Cegerxwîn dawî li axaftinên xwe bînim; Ger em nebin yek, emê herin yek bi yek. Peyvên ku tifaqa gel herî baş îfade dikin ev in. Em ê bi hev re bi ser bikevin, gel wê bi ser bikeve, wê gel bi ser bikevin."
Serokê Giştî yê TÎP’ê Erkan Baş jî got, “Silav li hemû hevalên me yên ku di zindanan de hatine girtin, ji ber ku nûnertiya gelê Kurd ê ku bi salane li dijî desthilatdariya AKP’ê ya hov li ber xwe daye, ji bo hilweşandina van zindanan em li vir in. Wê zindan vala bibin, welatê me azad bibe û gelê Kurd azad bibe. Em ê bi hev re heta serkeftinê bimeşin."
Baş axaftina xwe domand û got, “Îro em ji Newroza 2022’an ve bang li desthilatdariya qesrê dikin: Em ê Tirk û Kurd heta dawiyê bi hev re bimeşin, heta serkeftinê em ê bi hev re bimeşin. Li dijî kesên ku tenê me ji hilbijartinê heta hilbijartinê bi bîr tînin, li dijî yên ku dixwazin me tenê ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin û li hemberî yên ku me weke gel nahesibînin, waye em li vir in, em bi hev re ne.”
Piştî axaftinan Koma Sorjiyan derketin ser dikê. Di pîrozbahiyê de dirûşmeyên "Bê Serok Jiyan Nabe" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.
Piştre hunermendê Kurd Xêro Abbas derket ser dikê. Li aliyekê govend dihat gerandin û li aliyê din jî ciwanan agirê Newrozê pêxistin û xwe li ser avêtin.
Piştî bernameya Newrozê bi dawî bû bi sed hezaran kes bi meşekê ji Qada Yenîkapiyê derketin. Li kuçe û kolanan dengê berzkirina dirûşmeyan bilind bûn.