Piştî biryara Doza Geziyê Nobeda Edaletê dest pê kir

Piştî biryara Doza Geziyê li ber Edliyeya Çaglayanê ‘Nobeda Edaletê“ hate destpêkirin.

Di danişîna biryarê ya doza Parka Geziyê ceza hat birîn. Cezayê muebeda girankirî li karsaz Osman Kavala hat birîn. Her wiha 18 sal cezayê hepsê jî li Can Atalay, Mucella Yapici, Çîgdem Mater, Mîne Ozerden, Tayfun Kahraman, Hakan Altin û Yîgît Ekmekçî hat birîn. Yapici, Atalay, Mater, Ozerden, Kahraman, Altinay û Ekmekçî yên tevli danişînê bûbûn li eywana danişînê hatin girtin.

Piştî biryara dadgehê girseya danişînê dişopand li ber edliyeyê bi beşdariya siyasetmedar, parlamenter, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên sivîl û gelek kesan daxuyanî hat dayîn û biryar hat şermezarkirin.

Piştî axaftinên şermezarkirina biryarê hatin kirin, Piştevaniya Taksîmê diyar kir ku ew ê ber Edliyeya Çaglayanê terk nekin û ragihand ku ew dest bi "Nobeda Edaletê" dikin. Piştevaniya Taksîmê destnîşan kir ku ew her kesî vedixwînin ber edliyeyê.