Piştî 31 salan hate berdan
Ardil Çeşme piştî girtîhiştina 31 salan ji Girtîgeha Girtî ya Jinan a li Erzînganê hate berdan. Nûrcan Aslan a li heman girtîgehê jî piştî 16 salan hate berdan.
Ardil Çeşme piştî girtîhiştina 31 salan ji Girtîgeha Girtî ya Jinan a li Erzînganê hate berdan. Nûrcan Aslan a li heman girtîgehê jî piştî 16 salan hate berdan.
Girtiya siyasî Ardil Çeşme ku 31 sal in girtî bû, ji Girtîgeha Jinan a Girtî ya Erzînganê hat berdan. Çeşme, di Mijdara sala 1994'an de li Amedê hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê Dadgehên Ewlekariya Dewletê (DGM) ve bi îdiayên siyasî cezayê muebbetê lê hatibû birîn.
Tevî ku dema înfaza cezayê Ardil Çeşme zû de qediyabû jî, azadiya wê gelek caran bi awayekî keyfî dihate astengkirin. Desteya Rêveberî û Çavdêriyê ya Girtîgehê (ÎGK), di rûniştinên ku tenê çend xulekan dikişandin de, bi hincetên wekî ‘poşman nebûye’, ‘nebûna rewşa baş’ û ‘girêdana bi rêxistinê re dewam dike’ berdana wê her carê 6 mehan taloq dikir.
Ardil Çeşme di nava van 31 salan de gelek caran sirgûnî girtîgehên cuda hate kirin. Her wiha ew di sala 2019'an de yek ji wan girtiyan bû ku li dijî tecrîdê dest bi rojiya mirinê kiribû û di şert û mercên giran de têkoşîneke xurt nîşan dabû.
Piştî têkoşîneke demdirêj a hiqûqî ya malbat û parêzerên wê û bidawîbûna biryarên taloqkirinê yên ÎGK'ê, Çeşme ji zindanê derket. Berdana Çeşme, ji aliyê malbat, parêzer û hevalên wê ve bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin.
Li aliyê din Nûrcan Aslan a li heman girtîgehê jî piştî 16 salan hate berdan.