Pisporên Bîrîtanî diyar kirin ku di êrîşa Îdlîbê de gaza Sarîn hatiye bikaranîn

Ji ber êrîşa kîmyamî ya ku 4’ê Nîsanê li bajarê Îdîlbê hate bikaranîn her ku diçe zextên li ser Sûriyeyê zêde dibe. Nûnerê Bîrtîanyayî yê ku agahî da BMGK’ê, di nimûneyên ji cihê bûyerê hatin girtin de gaza sarîna hatiye bikaranîn.

Di gotûbêjên li Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (BMGK) hatin kirin de, nûnerê aliyê NY yê Bîrîtanayaya Mezin Martthew Roycroft diyar kir ku di êrîşa li ser Han Şeyhûnê de tezên ku rejîma Sûriyeyê pêk aniye nû kir.

Rycroft diyar kir ku di lêkolînên mirovên zana yên Îngilîz pêk anîn de, di mimûneyên ji herêmê hatin girtin de şopên gaza sarînê hatine dîtin, ji ber vê tezên DYA’yê ku piştrast dike, parast. Rycroft, destnîşan kir ku ‘bi îhtimalekî pir mezin’ ji êrîşê, rejîma Eşar Esad berpirsyar e.

Serokê DYA’yê Danold Trûmp ê ku rejîma Sûriyeyê ji êrîşa 4’ê Nîsanê pêk hatibû berpirs nîşan da, şeva 6-7’ê Nîsanê ferman da ku li Balafirgeha Hewayî ya El Şeyrat a Sûriyeyê bixin.

Di dema hevdîtinên hê jî li BMGK’ê didomin de, têkildarî lêxistina rejîma Sûriyeyê ya Han ŞEyhûmê, ji bo lêpirsînê bê destpêkirin, wê pêşnûmeyek ji bo alîkarîkirinê bêxin dengdanê. Lê, Rûsya ya ku di BMGK’ê de xwedî biryara redkirinê ye, diyar kiribû ku wê pêşnûmeye yê ‘qebûl neke’ ev jî dide nîşandan ku îhtimal mezin heye ku pêşnûme bê redkirin.