Di her netew û civakê de hinek kes bi çalakî û têkoşîna xwe ne tenê ji bo civaka xwe ji bo hemû gel û neteweyên dişibin hev, dibin sembol û nîşaneya serfirazî yê. Kurd jî xwedî bi dehan qehremanên pêşengên ku di demên herî krîtîk de gelê xwe ji tarîtiyê derxistine û gihandine asteke cuda. Yek ji van pêşengan jî 24 sal berê bi çalakiya xwe bû nemir Sema Yuce ye.
Sema Yuce di sala 1971’an de li Tûtaka Agiriyê di nav malbateke welatparêz de tê dinê. Yuce di sala 1991’an de li Zanîngeha Enqereyê Tevgera Azadiyê nas dike û di heman salê de li Mêrdînê tevlî partiyê dibe. Wekî her jina leheng ku beriya bi çalakiyên xwe yên mezin ji jinên re bibe mînak, ne xwedî zanebûneke mezin bû. Lê di nav lêgerîna heqîqetê de bû. Jixwe ev lêgerîn wê gihand tevgera azadiyê. Yuce piştî perwerde dîtina ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 1992’yan de bi komeke hevrêyên xwe berê xwe dide Eyaleta Serhedê. Bi vî awayî Yuce cara yekem bi awayekî fermî ji aliyê tevgera azadiyê ve tê peywirdarkirin. Yuce piştî peywira xwe ya li Serhedê berê xwe dide bajarê Agiriyê lê piştî demeke kurt di encama îxbarekê de ji aliyê dijmin ve tê girtin. Dema tê girtin li ser wê çek tunebû û vê rewşê wê ew pir xemgîn dike. Ji ber ku ji bo jineke Kurd tişta herî xembar bêyî li hemberî dijmin li ber xwe bide, bê girtin e.
TESLÎM NABE
Yuce dema tê girtin û ji ber ku jin e, dijmin bawer dikir ku di demeke nêz de, wê bide axaftin lê li gel hemû hewldanên dijmin jî Yuce bi tu awayî na axive.
DIXWEST BIBE ZÎLAN Û BERSIVA HEMÛ POLÎTÎKAYÊN QIRÊJ BIDE
Sema Yuce piştî lêpirsîneke dirêj derdikeve pêşberî dozgeriyê û tê girtin. Lê belê dema Yuce tê girtin jî her tim di nav fikra ku ez ê bi kîjan çalakiyê ji jinan û gelê xwe re bibim mînak, de bû. Yuce beriya ku çalakiya xwe ya fedayî pêk bîne hemû nirxên ku ji bo azadiya gelê xwe canê xwe feda kirine, difikire. Difikire ku bi çalakiyeke çawa ji gelê xwe re, bibe bersiv. Lê herî zêde Zîlan difikire. Gotinên Zîlan ku beriya pêkanîna çalakiya xwe ya fedayî di nameya xwe ya ku li du xwe hiştibû, difikire. Dixwest wekî çalakiya Zîlan hemû polîtîkayên qirêj ên dewletê re bibe bersiv, dixwest wekî çalakiya Zîlan ji jinan re bibe bersiv û bibe çirûska gihiştina heqîqetê.
‘EZ Ê BIBIM ZÎLAN Û MEZLÛM’
Yuce her tim digot; ‘ez ê bi çalakiya xwe bibim Zîlan û Mazlûm.’ Sema Yuce piştî fikrandineke dirêj di 21’ê Adarê 1998’an de li Girtîgeha Çanakkaleyê bedena xwe dide ber agir û bi vî awayî çalakiya xwe pêk tîne. Sema di nameya ku li du xwe dihêlê de hemû şehîdên Kurdistanê û Rêbertî silav dike û bi vî awayî bang li dijmin dike: “Êdî dawî ji zilm û qetlîamên xwe bînin. Hûn nikarin vî gelî têk bibin. Ez vê çalakiya xwe ji bo protestokirina polîtîkayên we yên qetlîmager, pêk tînim. 21’ê Adarê hin geştir bibe û dê hîn zêdetir li Kurdistanê bê pîrozkirin…”
‘MIN LI GEL HEVRÊYAN BINAX BIKIN’
Yuce di têkoşîna xwe ya sê mehan de, di her nefasa xwe de her tim digot; ‘Ez dixwazim biçim bihûşta ku ji aliyê hevrê Zîlan ve hatiye afirandin.’ Wesiyeta Sema a herî girîng jî ‘Dema ez bigihîjim şehadetê min bibin gund û li kêleka kalê min û hevrêyan, binax bikin’ bû û piştî sê mehan di 17’ê hezîrana 1998’an de digihêje şehadetê.
https://gerilatv.com/uploads/videos/sehidenme_sehid_sema_yuce_stran_2015.MP4
NAMEYA SEMA YUCE
Sema Yuce berî çalakiya xwe ya canbexşane bike, bi nameyekê ku nivîsî xîtabî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurd û hemû jinan dike.
Nameya Sema Yuce wiha ye:
AFRÊNRERÊ HINDEKARÊ TÊKOŞÎNA CIVAKÎ SEROKÊ GIŞTÎ YÊ PARTIYÊ
Afirînerê hindekarê têkoşîna civakî ya roja me ya îro Serokê giştî yê partiya me;
Ji Rêberê neteweya me Serok Apo re!
Ez di sala 1971’an de li Agiriyê hatim dinê. Di nav partiye de min navên Leyla û Serhildan bi kar anîn. Ez yek jê zaroka ku malbata wê çi bi temamî entegreya rejîma TC bû û çi bi tememî bûn parêzvanên nasmeya Kurd im. Malbata min her çiqas li herêmê ji ber sedema rewşa olî û mertebeya şêxitiyê di nav civakê de bibûn navenda moralê jî lê di roja me ya îro de ne xwedî îdîayeke civakî ne. Her çiqas aliyekî welatparêziya malbata min hebe û di nav malbatê de apê minê mezin min bi navê Leyla Qasim gazî min bike jî, ew şopên ku di salên 70’yan de tenê di nav hişê min de sînordar mabû encax di salên 90’î de min gihand têkoşîna girseyî.
Min hemû nakokiyên ku di şexsê malbata min de bûn şahidê şerê rastiyên Kurdbûnê dîtin. Ev nakokî herî dawî bi dîtina perwerdeyên di saziyên Kemalîzmê de berfireh bûn. Bi taybetî di encama bandora çanda emperyalîzmê ya zanîngehê û jiyana ku pêşkeşî jinan dikirin de, li dijî xeyalên xwe yên zarokatiyê ketim nav lêgerîna heqîqetê. Ji ber ku min xwe li ser esasa rêxistinbûneke baş bi rêxistin nekir, ev jî bû sedem ku min xwe ji kevneperestiyên di kesayeta xwe de derbasnekirin. Di heman deme de tevî hêrsa min a li dijî koletiya di nav civakê û qadên têkoşînê de zêde bû jî dîsa jî min li dijî ferzkirinên desthilatdariya mêr, sekneke xurt neda nîşan. Her gavên ku min ji bo raperînê diavêtim jî dibûn sedema sekneke bindestiyê. Ji ber wê bi temamî bi civakê re nebûm yek.
RÊBER APO NAVEND E
Min di sala 1988’an de li zanîngehê têkoşîn nas kir. Min hemû detayên têkoşîna 10 salan û kesayetiya xwe li jor min bi kurtasî anî ziman. Dema wek keçeke Kurd li dû xwe dinêrim, dibinim ku di rêya ku diçe azadiyê de her jinên Kurd û gelê Kurd heta her mirov heman kêmasiyan jiyane. Lê tu carî di cihê xwe de nemam. Hîndekariyên azadiyê ku Rêber Apo dane nîşan her dem ji min re bûn çavkanî. Ev di heman demê de ‘kêlî’ya min xwe gihandiyê îfade dike. Ez dizanim ku ev yek ne tesaduf in. Ev rewş têkiliya xwe bi felsefeya têkoşîna azadiyê, civakbûnê û mirovbûnê û ‘Di şer de serketin, di jiyanê de azadî’ ku Rêber Apo di kesayetiya rastiya civaka Kurd de raxistiye ber çavan ve girêdayî ye. Di encama hatine qonaxa têkoşînê û xebatên partîbûnê de vê rastiyê hîn baştir fam dikim; Çawa li ezmanê du tav tuneye û wê tu carî tunebe, ji bo mirovekî, ji bo jinek ku dixwaze azad bibe, du hilbijerkên jiyanê û navenda çavkaniyê jî nabe. Di ev ‘kêli’yê ku van hevokan dinivîsim de, di aliyê fikrî, moral û jiyanê de min Rêber Apo kiriye navend. Di vê ‘kêlî’ye de hemû astengiyên di kesayetiya xwe de derbas dikim.
DIJMIN DIXWAZE KURDAN BIKE QEWMÊ LÛT Û BI BIRÇÎTÎ Û ZAYENDÎTIYÊ TESLÎM BIGIRE
Ev fermaneke demê ye. Ev dem û têkoşîna ku hatiye vê qonaxê, hemû berhemên keda Rêber Apo ne û Rêbertiyê bi sebrek mezin ev têkoşîn da meşandin û ev sebir gel peyxemberan jî tuneye. Di qonaxa hatî de dijmin dixwaze meşa me ya mezin a mirovahiyê bide rawestandin. Ev demeke serfermandarê Tirk di bin navê ‘marjînalkirinê’ de tasfiyekirinê li ser têkoşîna me ferz dike. Ev plan planeke ku ji aliyê navenda hêzên emparyalîst ku paşverûyên herêmê girtî gel xwe û bi destê mêtîngeriya Tirk pêk tê û dema pêk jî tê xwe dispêre îxaneta navxweyî. Zemîna bingehîn a vê planê rastiya koletîtiya Kurd û asta wî ya sosyalîteyê ye. Dijmin dixwaze Kurdan bike qewmê Lut ê demê û dixwaze wan bi birçîbûnê û zayendîtiyê teslîm bigir. Ji bo vê welat bê mirov dihêlin û Kurdên li sirgunê bi keştiyên xwe tînin navendên xwe û dixwazin bi avakirina Kurdên gettoyan vebijarkên jiyana azad a Kurdan tune bikin.
TEMÎNATA AZADIYA GELAN GERÎLA JI GEL VEDIQETÎNIN,POLÎTÎKAYÊN ÎNKAR Û ÎMHAYÊ LI MERYETÊ NE
Vebijarkên jiyana azad ku partiya me dixwaze li Zapê, Etruşê û Nînovayê ava bike, bi hewldana tecrîdkirin û tunekirinê, jiyana bindestiyê wek vebijarkê pêşkeşî gelê me bike. Bi planên ku ji aliye îstîxbaratên emperyalist ve tên kirin, ji bo temînata azadiyê gerîlayan ji gel veqetînin her cûreyên polîtîka û îmkanan dixin meriyetê û hesabên ne azadiyê bindestiyê dikin. Di serî de hêzên wek PDK ku di rêya netew-dewletê de dimeşin û şaxên wan tên girtin, dixwazin herêmeke Kurd ku di bin kontrola xwe de biafirînin û bi vî awayî tevgera hemdem a MED ku hêviya rizgariya gelê herêmê ye, tune bikin.
Lingê van polîtîkayên dijmin ê zindanan, rehebîlîtasyon e. Dixwazin li zindanan bi marjînalkirinê, bi tefandina agirê jiyanê yên Mazluman, Xeyriyan, Kemalan û Çaran, bi avakirina diwarên li mejî û dilên şexsan, çareserî û birdoziya partiya me bin bixin. Dixwazin bi hezaran kesên ku li zindanan hatine komkirin ji hemû nirxên xwe dûr bixin û bînin rewşeke ku xwe bi xwe tunekirinê û hevkarên xwe bikin vebijarkên esasî.
TÊKOŞÎNA AZADIYÊ YA BI PÊŞENGTIYA RÊBER APO DIMEŞE, JI VAN POLÎTÎKAYAN RE DIBE BERSIV
Têkoşîna me ya azadiyê ku di pêşengiya Rêber Apo de dimeşe, artêşa me ya şehîdan, ji van polîtîkayan re dibe bersiv. Nîqaşên di nav partiya me û weşandina nîqaşan a li ser ekranên MED TV, vê yekê baş li gelê me daye famkirin. Ev polîtîkayên zelalbûnê tevî defkirina dijmin, ji bo înşakirina pêşeroja civakê bû dînamîkek girîng.
Di rewşa heyî de ji bo dijmin polîtîkayên xwe bi encam bike, di nav amadekariyên qonaca dawî de ye. Tevgera serfermandarê Tirk a herî dawîn vê yekê nîşan dide. Diyar e ku di navenda van polîtîkayên wan ên qirêj de, tasfiyekirina Rêber Apo û tevî hebûna wî bêaktîfkirina xeta wî ya polîtîk heye. Di sedema israrkirina van polîtîkayên wan de dîsa baweriya têkiliyên jin û mêran ku di nav partiye de bi tu awayî nayên ser xeta navendî, sazîbûnê û jiyana azad, heye.
JINÊN KURD ÊN FERMAN JI RÊBER APO GIRTINE, WÊ XWE RADEST NEKIN
Lê jinên Kurd ên ku ferman ji Rêber Apo girtine, nîşan dane ku wê xwe radestî dijmin nakin û nabin hevkarê polîtîkayên wan ên qirêj. Rêber Apo di 8’ê Adarê de bal kişandibû ser ‘Bîrdoziya rizgariya jinê’ û xîtabê hemû jinan kiribû û diyarkiribû ku ev yek bibe çareseriya hemû pirsgirêkan. Meşa ku di 8’ê Adarê de dest pê kir û di 21’ê Adarê de derket lûtkeryê vê yekê îspat kiriye.
Serokê min!
DIXWAZIM MEJÎ, DIL Û BEDENA XWE DI NAVBERA 8’Ê ADARÊ Û 21’Ê ADARÊ DE BIKIM PIREK JI AGIR
Li ser van esasan ez dixwazim mejî, dil û bedena xwe di navbera 8’ê Adarê û 21’ê Adarê bikim pirek ji agir. Ez ji bo bibim xwendekarek baş a Kawayê Hemdem Mazlum Dogan û hemû şehîdan; dixwazim wek Zekiye bişewitim û wek Rahşan jî bibim Newroz. Dixwazim li ser rêya rêheval Bêrîvan, Ronahî, Mîrza Mehmet û Eser bi biryardariyeke mezin bimeşim.
Li ser çalakiya şehîdên ku hewl didim bibim yek jî xwendekara wan, pir fikirîm. Min pir dixwest her roj û her gav di nav agirê şoreşê de bişewitim û xwe bigihînim raza vê. Piştî biryardayîna vê çalakiyê min dubare dubara şerekî navxweyî da meşandin. Min herî dawî di xwe de hêza hemû qelsbûnê însanî dîtin û bi ser ketim. Daxwaza min a jiyana azad û jina azad vê yekê ji min dixwest. Niha hêj baş têdigihêjim ku sonda min a girêdana bi Rêber Apo re, di azweriya agirê de arî bûn û xwe ji nû ve diafirînim.
Yek ji çavkaniya herî girîng ku biryara jiyanê di xwe de bidim avakirin, çeka jinan a partîbûnê YAJK e. YAJK, berhema rêhevaltiyê ya ku Rêber Apo bi jinan daniye dide nişan. Ez bawer dikim ku dê di sazîbûn, kûrbûn û belavbûna birdoziya Rêber Apo de, YAJK bibe yek jê çeka herî girîng. Ji ber vê yekê erka her jinên Kurd e ku YAJK’ê hîn mezintir bikin.
Serokê min!
NE TENÊ DI CEWHER DE DI PRATÎKÊ DE JÎ XWEST BI ÇALAKIYA XWE JI BO HEVRÊ ZÎLAN BIBIM BERSIV
Min dixwest ne tenê di cewher de, di pratîkê de jî ji çalakiya bêhempa ya xwedawenda me ya azadiyê hevrê Zîlan re bibim bersiv. Lê di şert û mercên zindanê de ev yek ne pêkan e. Azweriya min a azadiyê gelek mezin e. Ji bo vê azweriyê veguherînim hêza jiyanê, hebûna xwe diyarî Rêber Apo dikim. Jinên ku bikaribin xwe ji xweliyan ji nûve biafirînin û bibin çirûskeka vê yeke, dê wê demê bibin parastvanên Kurdistana azad. Lê belê dê ev tena serê xwe ji Rêber Apo re nebe bersiv. Ji bo bersivbûna vê yekê divê her dilên ku hatine reşkirin bi agirê bên safîkirin. Ez tenê dikarim dilê xwe bidim. Belê di Newrozkirina bedena xwe de girêdana xwe dîsa dubare dikim ku ez bi mejî, dil û her hucreyên bedena xwe girêdayî vê rêyê me.
SEROK APO Û PKK’Ê EV DÎROKA REŞ BEROVAJÎ KIRIYE
Ji gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê re;
Hînbûna dîroka Kurdistanê û ji vê dîrokê derseke rast derxistin û li ser vê bingehê têgihiştina PKK’ê pêywira her Kurdekî ye. Dema em li dîroka xwe dinêrin, lewazbûn, parçebûyîn, bêrêxistinî û îxanet tê dîtin. Ji ber ku Kurd hêviyên xwe bi dervere gire didin, yekîtiya wan pêk nayê. Lê Serok Apo û tevgera me PKK’ê êdî ev dîroka reş berovajî kiriye.
LI DIJÎ XIYANETA BARZANÎ, HEVKAR Û CÎHANA PAŞVERÛ SEROK APO PÊŞENGÊ LÊGERÎNA HÊVÎ Û AZADIYÊ YE
Îro em wek gel dîsa di pêvajoyeke gelekî krîtîk re derbas dibin. Çawa ku dijmin derketina her serhildaneke Kurd di nav de ew parçe kirine, bi herêma ku jê derketiye sînordar hiştibe û çawa ku li dora her rêberê Kurdan ji derdora wî ya nêz îxanetkar derxistibe holê, di roja me ya îro de jî li vê berxwedan PKK’ê ev tê ferzkirin. Di serî de PDK’ê Kurdên noker û xayîn wek yekane bijarteyeke gelê Kurd pêşkêş dike, bi destên PDK’ê tê xwestin ku di nava PKK’ê de hêzên hevkar bidin afirandin. Ji bo hewldana Serok Apo ya têkoşîna yekîtiya neteweyî ya Kurdistanê asteng bikin, hemû polîtîkayan pêş dixin û didin ferzkirin. Dema vê yekê dikin jî me Kurdan bi mişextkirin, birçîbûnê û gelek rêbazên din dixwazin ji têkoşînê dûr bixin. Li dijî vê îxaneta Barzanî û hevkarên wî, li dijî cihana paşverû Serok Apo pêşengiya lêgerîna hêvî û azadiya me ye.
DIVÊ HER KURD BIGIHÊJE SERXWEXTBÛNA VÊ PÊVAJOYÊ Û DI VÎ ŞERÎ DE CIH BIGIRE
Divê îro her Kurd, bigihêje serwextbûna vê pêvajoyê û cihê xwe di nav vî şerî de bigire. Xizanî, mişextbûn tu carî ji bo vê têkoşînê ne asteng e… Divê em wek netew ji bîr nekin ku di dîrokê de me fersendeke bi dest xistiye. Heke em vê fersendê baş bi kar neynin, em ê bibin pêlîstoka destan. Ji bo ku em jî wek mirov bi nirx û rûmeta xwe bijîn, divê em ji heft salî heta heftê salî di bin wê meşaleya azadiyê ya ku Serok Apo hildaye de bicivin. Em li herêmê û Anatolyayê bi hemû gelan re li ser bingeha azadî, wekhevî û biratiyê divê em tê bikoşin. Em neçarin vê yekê bikin, raza serkeftinê jî di vir de ye…
GELEK IN JI XWELIYA XWE DIAFIRIN; DIVÊ BIRATIYA XWE BIGIHÎNIN GELÊN KURDISTANÊ
Ji hemû mirovahiha pêşketî ya cîhanê re!
Em ji pêvajoyeke bi heybet a dîrokî re şahidiyê dikin. Gelekî ku em navê wan nizanin xwe ji xweliya xwe diafirîn. Divê hûn jî xwe tev li vê destana bêhempa ya afirandinê bikin. Divê hûn li welatên xwe vî şerê qirêj şermezar bikin û nehêlin dewleta we piştgiriya vî şerî bike. Divê hûn biratiya xwe ya bi gelên Kurdistanê re ragihînin û ew şewqa rojê ya ku li Kurdistanê hiltê welatên xwe jî ronî bikin… Heke hûn vê qîrîna ku li ser vê axê bilind dibe nabihîzin, divê hûn mirovatiya xwe di lêpirsînê re derbas bikin. Hûnê bibînin ku yê winda dike tenê ne Kurd, mirovahî ye jî.
HÛN DIVÊ EW BOMBEYÊN DI BEDENA ZAROKÊN KU BÛNE NEWROZ DE DITEQIN Û COPÊN LI HÊVIYAN DIKEVIN BIBÎNIN
Hûn di wê medyaya ku we wek ahtepotekê dorpêç kiriye de jî binêrin, hûnê ew bombeyên di bedenên zarokên ku bûne Newroz de diteqin û copên ku li hêviyên wan dikevin bibînin. Ew nêzîkatiya xwe ya ku hûn nirx û qîmeta ku didin çivîkê li mala xwe û ew sûcê ku li dijî mirovahiyê pêk tê bînin pêşberî hev û bipirsin; ji bo me mirov tê çi wateyê? Bêyî hûn ji samîmiyetê birevin û rûpoşa emperyalîzmê bikarbînin, heke hûn bibersivînin, wê gavê dema hevdîtina meşa mezin a mirovahiyê nêzîk e.
WESYETA HEVRÊ ZÎLAN Û BÎRDOZIYA RÊBER APO RÊYA ME DIYAR DIKE
Ji hevrêyên şervanên jin ên Kurdistan û Anatoliyayê re!
Wesiyeta hevrê Zîlan û bîrdoziya Rêber Apo rêya me diyar kiriye. Erka ku dikeve ser mile me famkirin, têgihiştin û pêkanîna vê divê. Wek şervaneke jin divê em vê rêyê di nav partiyê de bikin xala esas. Di vê şerî de çeka me ya bingehîn YAJK e. Divê her jin ji bo mezinkirin û sazîkirina YAJK’ê, hemû ezmûn û ceribandinên ku heta niha hatine pêş xistin, di cewhera xwe de baş bide xûnifandin, bibe xwendekara şehîdan û di nav her kêliyê jiyanê de şerê xwe afirandinê bide. Pêşengbûna jinan, pêkanîna rewşeke basît a rizgarkina zayendan nîn e. Pergal bi hezaran vebijarkên ketina vê yekê pêşkeş dike. Rêber Apo beriya her tiştî di îdîaya veguherandina bingeha zemîna tevgera jin û mêran e. Dîtina pratîka vê yekê di şexsê Rêbertiya partiyê de, di her kêliyê de pêkan e. Li ser vê esasî divê her endameke YAJK’ê li dijî her ferasetên cuda ku partiyê wek qadeke berjewendiyê dibînin têbikoşe.
hevrêyên jin ên şehîd bi çalakiyên xwe yên bêhempa îspatkirin ku ev yek pêkan e. Divê em ji wan fêr bikin û bibin şervanên azweriyên mezin!
Jina azad; dê bibe azadiya welat û azadiya mirovahiyê!
Bijî Rêber Apo û hîndekariya wî ya azadiyê!
Bijî Jinên Qehreman!
Bimire her cure mêtingerî!”