Pevçûnên li Hatayê ev 3 roj in berdewam dikin
Pevçûnên li Hatayê ev 3 roj in berdewam dikin
Pevçûnên li Hatayê ev 3 roj in berdewam dikin
Polîsan êrîş bir ser meşa protestoyî ya dihat xwestin ji bo Alî Îsmaîl Korkmaz ê di berxwedana Parka Gezî de hatibû qetilkirin bê kirin. Di êrîşa ku birîndar jî hene gelek kes hatine binçavkirin.
Hatay 3 roj in ji bo ciwanê 19 salî Alî Îsmaîl Korkmaz ê di 2’yê Hezîranê de ji aliyê kesên nediyar ve rastî êrîşî hatibû û di 10’ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest da li ser piyan e. Gel dixwaze kujerên Korkmaz werin dîtin. Qad û kolanên Hatayê yên veguherîne qada şer şevê din jî bi hereket bûn. Bi hezaran polîs ku li ser Caddeya Gunduz hatine komkirin, yelekên ji pola li xwe kirine.
PEVÇÛN HETA DERENGIYA ŞEVÊ BERDEWAM KIRIN
Di saetên êvarî de bi hezaran hemwelatiyên ku li Qada Ugur Mumcu hatin gel hevdu, ji ber roja 40’emîn a qetilkirina Abdullah Comert ê di çalakiyên Parka Gezî de hat qetilkirin aktîvîteyeke bîranînê li dar xistin. Di aktîvîteyê de timûtim dirûşmayên, "Her cih Taksîm her cih berxwedan" û "Hukûmet îstîfa" qîr kirin. Piştî aktîvîteyê bi hezaran hemwelatî li ser Caddeya Gunduz a Taxa Armutlu dest bi meşê kirin. Di caddeya ku polîsan bi maşîneyên zirxî bend danîn, hemwelatiyan jî bi konteynerên çopan, kevır û daran bend çêkirin. Piştî hişyariya polîsan a “Belav bibin” ku girse belav nebû polîsan bi bombeyên gazê, gulleyên plastîk û ava şid mudaxele kir. Girseyê bi kevir, fîşekên hewayî û molotofkokteylan bersiv dan polîsan. Girseya ku bendên çêkiribûn dan ber agir, piştî demekê ku bi polîsan re ketin nav pevçûnê li kolanan belav bûn. Tê îddîakirin ku polîs gulle berdane hemwelatiyên li kolanan belav bûne. Di bûyeran de ku gelek polîs û hemwelatî birîndar bûne, tê ragihandin ku gelek kes hatine binçavkirin.
Mudaxeleya polîsan heta derengiya şevê berdewam kir.