Pêşniyara Kurdan ji Cenevre-2; Xweseriya Demokratîk e

Pêşniyara Kurdan ji Cenevre-2; Xweseriya Demokratîk e

Rojavayê Kurdistanê rastiya hemû kesên ku; dibêjin em ji bo Rojava xebatê dikin e. Ev rewşa wiha ku, kî bixwaze rastiya kîjan hêzên siyasî û kurdî nasbike, dikare li helwesta wan ya Rojavayê Kurdistanê binêre û fambike. Rastiya gelek hêzên li ser Kurdan siyaset dikin jî, bi siyaseta xwe ya li ser Rojavayê Kurdistanê çawatiya xwe eşkere kirin.

Bi pêşengtiya Gelê Kurd yê li Rojavayê Kurdistanê sîstemek mînak ji bo Rojhilata Navîn tê avakirin. Pênasekirina wê sîstemê li ser bingeha Netewa Demokratîk e. Yekem car Netewa Demokratîk ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû ziman. Rêberê Gelê Kurd di paraznameya xwe ya dawî de bi berfirehî çawatiya Netewa Demokratîk pênase dike. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya îro li Rojavayê Kurdistanê tê avakirin jî xwe dispêre Netewa Demokratîk.

Gelek kes, rêxistin, partî, hêzên herêmê û navdewletî, bi taybet DYE, Fransa, Birîtanya, dewleta Tirk û Partî Demokratî Kurdistan Iraq (PDK-I) Rêveberiya Xweseriya Demokratîk wek metirsiyek mezin binav kirin. Lê gelên li Rojavayê Kurdistanê dijîn û di nava xebatên Xweseriya Demokratîk cihê xwe digrin wê wek derfetek mezin ya azadiyê dibînin.

Ji aliyekî ve ew hêzên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk wek metirsiyek mezin dibinîn, rastiyekî didin diyar kirin. Raste ji bo wan hêzan Xweseriya Demokratîk ya li ser bingeha Netewa Demokratîk tê avakirin, metirsiyek mezine. Jiber ku ev hêz heta niha ji bo gelên Rojhilata Navîn sîstema Netew Dewlet destnîşan dikin. Ji ber Xweseriya Demokratîk  sîstema heta niha ya Netew Dewlet bingeh nagire wek mertirsiyekî dibinîn. Xweseriya Demokratîk nabêje yek ziman, yek dewlet, yek al. Di xweseriyê de pir ziman, pir al û pir herêm hene. Ji xwe li gorî ez dişopînim avakirina Xweseriya Demokratîk ya Efrîn, Xweseriya Demokratîk ya Kobanê û Xweseriya Demokratîk ya Cizîrê ku wek sê herêmên cûda yên xweser avakirin vê cûdatiyê nîşan dide.

 Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo Sûriyeyekî demokratîk jî bingehek demokratîk dide avakirin.

Dewleta Sûriyeyê heta niha xwe li ser Komara Sûriyeya Erebî birêvedibir û niha jî dixwaze çawa heta niha birêvebiriye, dîsan birêve bibe. Divê em bizanin guhertinek di zîhniyeta dewleta Sûriyeyê de tuneye. Wek her dewletek dixwaze hebûna xwe bidomîne û jiber wê jî niha li beramberî guhertinên li Rojavayê Kurdistanê bêdenge.

Bi taybet PDK-I û Dewleta Tirkiyê ji destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê di nava nêzîkatiyekî neyînî de ne û bi tundî li dijî  deskeftiyên li ser bingeha jiyana hevbeş ya gelan li Rojavayê Kurdistanê derdikevin. DYE jî jiber berjewendiyê xwe yên global li dijî Xweseriya Demokratîk derdikeve.

Niha li vir dijî derketina DYE û hevkarê wê ya Xweseriya Demokratîk cûdaye. DYE û hevkarên wê dixwazin coxrafyaya siyasî ya herêmê biguherînin û dewletên biçûk, lewaz û li gor berjewendiyê xwe avabikin. Jiber wê jî avakirina Xweseriya Demokratîk ne di berjewendiyê wan de ye. Ji ber ku xweserî girîngî nade sinorên siyasî û di rewşa niha de sinorên siyasî yê Sûriyeyê diparêze.

PDK-I bi têkiliyên xwe, bi sermaya navdewletî û aboriya xwe dixwaze ji vê guhertinê sûd werbigire û ger sinorên siyasî ji nû ve li gor daxwaza DYE û hevkarên wê bên guhertin, Rojavayê Kurdistanê bike beşek ji amûrê berjewendiyê xwe. Dibe ku ji aliyê wan hêzan ve hinek soz ji bo wê partiyê hatibin dayîn. Jiber wê jî li dijî xweseriya demokratîk derdikeve.

Dewleta Tirk him bi van hêzan re li dijî Xweseriya Demokratîk derdikeve him jî bi taybet jiber naxwaze li Bakûrê Kurdistanê guhertinek erênî bike, derdikeve. Ev dij derketina dewleta Tirk bi şirîkatiya komên çekdar yên êrîşî Rojavayê Kurdistan dikin, didome.

Her çendî mebestên hêzên navdewletî û herêmî cûda bin jî, armanca wan yek ku li ser jiyana hevbeş ya gelan sîstemek nû li Rojavayê Kurdistanê neyê avakirin.

Heta li gorî em dişopînin, heta niha ji bo Civîna Cenevre-2 ne ji aliyê Rûsya, ne ji aliyê DYE, ne ji aliyê NY, ne Opozîsyona Sûriyeyê ya Suniyên Ereb, ne jî aliyê Esad ve ji bo pêşeroja Sûriyeyê tu proje nehatine pêşkêşkirin. Lê niha bi pêşengtiya gelê Kurd bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya xwe naspêre qewmiyetê ji bo Civîna Cenevre-2  pêşniyar dikin . Ev di heman demê de ji bo hemû Netew Dewletên Rojhilata Navîn sîstemek nû ye.

Îro Encumena Niştimanî Kurd li Sûriyeyê (ENKS) civîna xwe li dardixe. Tê got dê di civînê de beşdarbûna Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û civîna Cenevre-2 bê nîqaş kirin. Lê xuya ye ENKS di bin bandora hêzên navdewletî û herêmî de ye, bi taybet nikare xwe ji bin bandora El-Partî, Yekîtî û herdu Azadî ku xwe wek Yekîtiya Siyasî binav dikin,derxe. Yekîtiya Sîyasî dixwaze  ENKS’ê li gorî berjewendiyê van hêzên navtewî û herêmê  birêve bibe û nahêle ENKS biryarek demokratîk û netewî bigre. Ev jî dide diyar kirin ku, her çend heta niha hinek partî helwestê xwe zelal kiribin jî ku dixwazin Kurd wek şandeyek serbixwe biçin Cenevre-2 û dixwazin beşdarî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bibin jî, wek ENKS helwestek siyasî wiha zehmet diyar e.