Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê dera barê Serokê Partiya Netewî Gokçe Firat Çulhangolu û berpirsyarê kovara Karê Nivîsê ya Turk Solu Fehmî Ozgur Erdem de ji ber nivîsa bi ser navê ‘Bila Dêrsîmî ji dewletê lêborînê bixwazin’ de lêpirsîn dabûn dest pêkirin. Di lêpirsînê de bi hînceta ev sûcdariyên li wan hatine kirin di xala hejmar 765’an a TCK’ê de nîne biyara neşopandinê da.
ParêzerêBaroya Enqereyê Bendal Celîl Ezman der barê Gokçe Firat Çulhanoglu û Midûrê Karê Nivîsan a kovara Çepa Tirk Ozgur Erdem de ji ber nivîsa wan a bi ser navê ‘Bila Dêrsimî ji dewletê lêborînê bixwaze’ gilî kiribû. Ezman da zanîn ku Çulhanoglu û Erdem bi vê nivîsê sûcên wekê ‘tahrîkê binpêkirina qanûnê, tahrîkê dijminatiyê, qirkirinê’ dike.
Li ser gilîkirinê Dozgerê Komarê yê Stenbolê Muzaffer Yalçin lêpirsîn meşand. Dozger der barê gilî de biryar da ku cihê sûcdariyê di vir de nîne. Her wiha di biryarê de hate gotin ku heman nivîs ji aliyê parêzer Cîhan Soylemez jî hatiye gilî kirin.
Di biryarê de der barê sûcdariyên der barê Ezman de wiha hate gotin: “Kesê gilî kiriye, di daxwaznameya xwe de îdia dike ku kesên di encama tevgera cewisandina dewletê de hatine kuştin, hatiye qirkirin. Di TCK ya hejmar 765’an de sûcê qirkirinê tuneye. Sûcên unsurê yên ku rêzkirine di wir de tune. Kesê ku pesnê hêzên dewletê yên ku tevgera serhildêran asteng kiriye nikare bê sûcdar kirin. Tu dewletek naxawze ku kes li hemberî serî Hilde.”