Saziyên penaberên kurd, tirk, ermenî, ereb, asûrî, elewî û êzidî dê 31’ê cotmehê li Berlînê Serokwezîrê tirk Recep Tayyip Erdogan protesto dikin. Dirûşmeya mîtînga ku dê penaberên li Almanyayê tevlî bibin wiha ye: “Ne şer aşitî, ne yek ziman pir zimanî, ne yek netew, pir netew, ne yek ziman pir zimanî ye.”
Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di navbera 30-31’ê cotmehê de dê bê Almanyayê. Erdogan dê tevlî merasîma vekirina balyozxaneya tirk ya Berlînê dibe. Her wiha dê bi Merkelê re jî bê cem hev. Erdogan herî dawî di meha adarê de ji bo xelata ‘Steîger’ ya ku dihat plankirin bidin wî dixwest bê Almanyayê.
Lê ji ber bertek û rexneyên siyasetmedar û saziyên penaberan ev xelat nedan Erdogan. Erdogan di deqeya dawî de gera xwe betal kir.Erdoganê ku her tim gera wî dibe krîz vê carê jî mereq tê kirin gelo dê çawa bê pêşwazîkirin. Vê carê ji aliyê komên penaberan ve di dema gera Erdogan dê mîtîng pêk were.
Yekitiya Komeleyên Kurd ên li Almanyayê (YEK-KOM), Federasyona Yekitiya Elewiyên Almanyayê (AABF), Federasyona Karkerên Tirkiyeyê ya Almanyayê (ATÝF) û Yekitiya Komeleyên Asûrî ya Almanyayê mîtîng organîze kirine û li bendê ye ku dê penaberên Almanyayê tevlî bibin. 31’ê cotmehê li Qada Deriyê Brandenburg saet di 11’an de dê mîtîng dest pê bike.
Mîting dê bi navê ‘Ne şer aşitî, ne yek ziman pir zimanî, ne yek netew, pir netew, ne yek ziman pir ziman, Em demokrasî, wekhevî û azadiyê dixwazin’ pêk were. Di serî de partiya Çepgir û gelek partî rêxistinên sivîl piştgiriyê didin mîtîngê.
ERDOGAN TIRKIYE KIR GIRTÎGEH
Ji bo mîtîngê penaberan bang kir û wiha got: “Erdogan taşeronê şer e. Gelê Sûriyeyê aniye hemberî hev. Her wiha Erdogan li Tirkiyeyê bi çavsorî êrîşê aliyê ku li dijî şere dike. Li kolanê lînc dike. Erdogan Tirkiye veguhertiye girtîgeheke mezin. Li Tirkiyeyê aliyê muxalîf tên girtin. Di îşkenceyê de derbas dikin û li hemberî girtîgehan operasyonan pêk tînin û kesan qetil dikin. Rewşa girtiyên di grevê de ne her diçe xerabtir dibe. Ji mirin an jî seqetbûna Erdogan berpirsyar e.
Elewî, Êzîd û baweriyên din her tim komkujiyan re rû bi rû ne. Encama vê ye ku kujerên 35’ê otela Madimakê kuştin hatin berdan. Herî dawî li Balafirgeha Elezîzê bi gotinên xwe baweriya Êzidiyan biçûk xistiye û wleatiyen me hedef nîşan daye. Dewleta tirk xwestiye baweriyên din tune bike û qetil bike. Di serî de kurd, ermen û yên din her tim qir kirine.”
Saziyên ku metna bangê îmze kirine:
- AABF (Federasyona Yekitiya Elewiyên Almanyayê),
- YEKKOM (Federasyona Komeleyên Kurd a Almanyayê)
- ATÝF (Federasyona Karkerên Tirkiyeyê ya Almanyayê)
- AGÝF (Federasyona Karkerên Penaberên Ewropayê)
- DÝDF (Federasyona Komeleya Karkerên Demokrat)
- ODA (Azadî û Piştevanî a Almanyayê)
-Yekitiya Ciwanên Elewî û Ereb
- Însiyatîfa Liwa a Îskenderunê
-TUDAY (Komeleya Mafê Mirovan a Tirkiyeyê ya Almanyayê)
- ADHF (Federasyona Mafê Demokratîk a Almanyayê)
- FDG (Federasyona Komeleyên Dersîmê ya Ewropayê)
-Meclisa Aştiyê ya Ewropayê
- CENI (Kurdisches Frauen Buro fur Frieden),
- FEDA (Federasyona Demokratîk a Elewiyan),
- Dersim Wiederaufbau
- YXK (Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê)
- FKE (Federasyona Komeleyên Êzdiyên Kurdistanê ya Almanyayê)
- GDF (Federasyona Komeleyên Penaberên Tirkiyeyê)