Greva birçîbûnê ya ku duh bi armanca piştgiriya ji bo greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger a li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê, li paytexta Swêdê Stockholmê hatiye destpêkirin, li rast eleqeyek mezin tê. Rayedarên Partiya Çepgir hatin serdana greva birçîbûnê û dan zanîn ew dê greva birçîbûnê bibin rojeva Yekitiya Ewropayê (YE).
Greva biçrîbûnê ya bi boneya piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya di girtîgehên li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê, li Stockholmê hatiye desptêkirin, di roja duwemîn de li rastî eleqeyek ezmin tên. Kesên ku tên serdana konê çalakiyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îmze didin.
Di nava kesên tên serdanê de roja çarşemê Berdevkê Polîtîkayên derve ya Partiya Çepgira Swêdê Hans Linde û parlementer Jaco Johnson hebû. Rayedarên partiya çepgir bi çalakgeran re sohbet kirin û dan zanîn ku ew ê her tim piştgiriyê bi din doza Kurdan.
Linde bêdengiya Wezîrê Derve yê Swêdê Carl Bildt ya li hemberî binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê rexne kir û da zanîn ku ew dê greva birçîbûnê bibe rojeva Parlementoya Ewropayê.