Partiya Çep Kesk: Em li ber şer rabin

Partiya Çep Kesk got, "Rejîma qesrê dixwaze bi polîtîkayên şer xwe mayinde bike. Ji bo pûçkirina polîtîkayên şer, em bang li alîgirên aştiyê û demokratan dikin ku bikevin nava liv û tevgerê."

Partiya Çep Kesk li ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Desthilatdariya siyasî hewl dide kaosa heyî ji xwe re bike firsend, ji bo paşeroja xwe muxalîfan tune bike û bi vê armancê dest bi operasyonên êrişkariyê kiriye."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Şer ji her demê bêhtir gefê li vê demê û paşeroja gelan dixwe."

Partiya Çep Kesk diyar kir ku rejîma qesrê ya dewleta Tirk bi operasyona 17'ê Nîsanê ya li ser Zap, Avaşîn û Metînayê dixwaze xwe mayinde bike û got, "Ev rewşa ku zerarê dide gelê me yê dixwaze di nava aştiyê de bijî, dema ku mirov li gel doza girtina HDP'ê dinirxîne, hingî tê dîtin ku dixwazin muxalefeta alîgirê aştî û demokrasiyê bêbandor bike."

Di daxuyaniyê de ji bo xwedîderketina li paşeroja welêt bang li hêzên demokrasiyê û aştiyê hate kirin ku bi xurtî li ber polîtîkayên şer rabin.