Partiya Çep a Kesk li Hatayê serdana gel kir

Partiya Çep a Kesk li Hatayê serdana gel kir. Siyasetmedaran danasîna Partiya Çep a Kesk kirin û xwestin her kes mohra xwe li binê dara Partiya Çep a Kesk bixe da ku ew vê desthilatê têk bibin.

Partiya Çep a Kesk xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne. Partiya Çep a Kesk û pêkhateyên xwe li navçeya Defne ya Hatayê serdana gel kir. Li taxan behsa girîngiya hilbijartina 14’ê Gulanê hat kirin. 

Hevserokê HDP’a Hatayê Kerem Nalbant di civîna gel a li taxa Guzelyayla de axivî û bal kişand ser girîngiya hilbijartinê û diyar kir ku ew ê di hilbijartinê de hesab ji desthilatê bipirsin. 

Endamê Meclisa Partiyê yê HDP’ê Reşat Aşan jî anî ziman ku ew ê bixebitin û bi 100 parlamenterî biçin Meclisê û xwest her kes dengê xwe bide Partiya Çep a Kesk. 

Piştre li taxa Çekmece ya Defneyê civîna gel hat lidarxistin. Siyasetmedaran danasîna Partiya Çep a Kesk kirin û xwestin her kes mohra xwe li binê dara Partiya Çep a Kesk bixe da ku ew vê desthilatê têk bibin.