Partî û sendîka li nobeta 'Em Jiyanê Diparêzin' xwedî derketin

Partî, sendîk û rêxistinên civaka sivîl serdana çalakiya nobetê ya ÎHD'ê kirin, diyar kirin tecrîda li Imraliyê li her deverê ye û peyama geşkirina têkoşîna ji bo azadiya girtiyên nexweş dan.

Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), têkilî girtiyên nexweş û mirinên li girtîgehan li 30 bajarî çalakiya nobetê ya 'Em Jiyanê Diparêzin'' li dar xist. Nûnerên gelek sazî, rêxistinên civaka sivîl û partiyan serdana çalakiyê kirin.

Hevberdekê Meclîsa Bajêr a Enqerê ya HDK'ê Fîkret Çaglayan diyrar kir AKP-MHP bi girtîgehan dixwazin rejîma xwe ava bikin û ev jî li girtîgehan dibe sedema mirinan.

Çaglayan bi berdewamî got, ''Dema ku pergal dixwaze rejîma xwe di ser girtîgehan re ava bike, hişmenidya zext û zordarî û tundiyê li her deverê didome. Zext û tecrîda li girtîgehan girantir dibe.''

Çaglayan her wiha got tecrîda ku li Imraliyê dest pê kirî li hemû girtîgehan berbelav bûye û got helwesta li dijî tecrîdê divê tim di rojevê de were hiştin.

Serokê TARIM ORKAM-SEN'ê Ahmet Keleş kî got divê xwedî li vê çalakiya ÎHD'ê derkevin û hêzê bidin çalakiyê. Keleş got, ''Li bara girtîgehan ku birîneke kûr e divê mirov bihistyar be.''

Ji Partiya Nûava a Sosyalîst (SYKP) Halît Elçî diyar kir nahêlin ku girtiyên nexweş rojên xwe yên dawî jî bi malbata xwe re derbas bikin û got, ''Ev faşîzm e, kirineke dermirovî ye. Divê hemû rêxistinên demokratîk ên girseyî ,sosyalîst li dij vê rabin û ev peywireke mirovî ye.''

Hevserokê Bajêr ê Enqerê yê HDP'ê Vezîr Çoşun jî diyar kir divê xwedî li çalakiya ''Em Jiyanê Diparêzin' derkevin û got,''Ne pêkan e ku girtiyên nexweş di şertên girtîgehên Tirkiyê de bijîn, ji ber vê divê girtiyên nexweş werin berdan.''

Hevserokê Sendîkaya Kedkarên Tendiristî û Civakî (SES) Husnu Yildirim jî got, ''Em ê rêxistiniya serdema ku girtî bi azadî bijîn, azadiyên xwe bijîn, bidomînin.''