Parlementerên Iraqî: Divê dagirkeriya Tirk bê lêpirsînkirin
25 parlementerên Iraqî xwestin ku têkildarê dagirkeriya Tirk lêpirsîn bê destpêkirin.
25 parlementerên Iraqî xwestin ku têkildarê dagirkeriya Tirk lêpirsîn bê destpêkirin.
25 parlamenterên Iraqê ji bo lêkolînkirina hebûna hêzên biyanî yên li ser xaka Iraqê daxwaznemeyek a ji 3 xalan pêk tê pêşkêşî Serokê Parlamentoya Iraqê kirin.
Xala yekem a taybet têkildarî lêkolînkirina hejmara hêzên Emerîka, şêwirmendên wê ne. Di xala duyemîn de jî daxwaz lêkolînkirina hêzên Tirkiyeyê yên li Mûsil û Herêma Kurdistanê dike.
Di nivîsê de îşaret bi 5 baregehe û 38 nokteyên leşkerî yên artêşa Tirk ên li ser xaka Herêma Kurdistanê tê kirin.
Xala din a parlamenteran taybet li ser êrişa vê dawiyê ya Îranê li ser Hewlêrê pêk anî bû, ku qala hebûna MOSSAD’ê dike û li ser mijarê daxwaza lêkolînê dike.
Hêjayî gotinê ye ku îro li herêma Biradost artêşa Tirk kete 4 gundan û gef li gundiyan xwar. Ev jî binpêkirina serweriya xaka Iraqê ye.