Parlementera BDP’ê ‘sevkiyata çekan’ bo Sûriyê ji Erdogan pirsî

Parlementera BDP’ê ‘sevkiyata çekan’ bo Sûriyê ji Erdogan pirsî

Parlementera BDP’a Batmanê Ayla Akat Ata îdiayên ku di demên dawî de li Tirkiyê ji bo Sûriyê sevkiyata çekan hatiye kirin û alikarî hatiye dayîna komên çete ji Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan pirsî.

Parlementera BDP’ê Ayla Akat Ata ku ji bo Serokwezîr Erdogan bersiv bide pêşniyarpirsek danî Meclisê û wiha got: “Di mehên dawî de hinek îdiayên weke ku li Tirkiyê ji bo Sûriyê sevkiyata çekan tê kirin û alîkarî tê dayîna hêzên çete, ketine çapemeniyê. Li rexmê ku hikûmetê ev yek red jî kir û gotiye ku wan embargoya çekan daniye ser Sûriyê jî lê hîn zêdetir destkeftinên di vî warî de dikevine çapemeniyê.”

Di pêşniyarpirsê de berdewam van gotinan cih girt: “ Herî dawî di malpera înternetê ya Neteweyên Yekbûyî de ku cih girtîne agahiyên TUİK’ê weke serçave girtine di îstatîskên hilberîn-firotinê de Turkiye ji Tîrmeha 2013’an ve ji bo Sûriyê 47 ton sevkiyata çek û cebilxaneyê kirye, cih digire. Dîsan di îdiayên ku ketine çapemeniyê de Berdevkê Wezareta Karên Derve jêdera îstatîskan Netewên Yekbûyî (NY) yên ji TUİK’ê girtine pejirandiye.”

Parlementera BDP’ê ji Erdogan ev pirs kirin:

-47 ton çek û cebilxaneya ku di rapora TUİK’ê de cih digire sevkiyata wê ji aliyê kîjan saziya hikûmetê ve hatiye kontrol kirin, qeydên wêna bi kina beşan girtiye?

-Hikûmetê sevkiyata çekan a ku mijara gotinê ye ji aliyê kê ve kiriye û di derbarê rêjeya çekên hatine şandin û cûrên wan de agahiya wê jê heye?

-Li ser ku di çapemeniya Navnetewî de derketiye beşekî çekên ku di şerê li Sûriyê de hatiye bi karanîn bi armanca spore û çekên nêçîrê û demanceyên kurusikî ne. Li ser vê yekê bi tonan çekên ku ji Tirkiyê çûne Sûriyê li Sûriyê gihane kîjan destan û bi kîjan armancê têne karanîn, tê şopandin?

-Sedema destpê kirina sevkiyata çekan di meha Tîrmehê de çiye? Yan jî hevpeymanekî ku di vê demê de di navbera hikûmeta Tirkiyê û hêzên çekdar yên li Sûriyê de ma heye?

-Çi hewildanekî hikûmetê a ji bo seknandina rêkirina çekên ku mijara gotinê ne heye?

-Di derbarê sazî û kesên ku sevkiyata çekan pêk anîne bi hinceta embargoya çekan binpê kirine wê lêpirsînek bê kirin?

-Di navbera salên 2012 û Tîrmeha 2013’an de rêjeya çekên “çeka nêçîrê li gel kuru demanceyan” ku ji Tirkiyê hatine şandina Sûriyê çende?