Parlementera Meclîsa Federal a Awustruyayê û Berdevka Peywendiyên Derve û Mafê Mirovan a Partiya Keskan Alev Korun bang li hukûmeta Tirk kir û got: “Greva birçîbûnê ne şow e.”
Alev Korun di daxuyaniya da de got: “Greva birçîbûnê ne şow e. Berovajiyê vê yekê çareya herî dawî ya girityan e.” Korun bang li hukûmeta Tirk kir ku pirsgirêka Kurd bi rêyên aşitiyane çareser bike.
Korun da zanîn ku ev bi hefteyan e zêdetirê 700 girtiyên Kurd tu tiştek nexwarine û rewşa zêdetirê 200 girtiyan jî di xeteriyê de ye. Korun bal kişand ku nîqaşên li ser mafê parastina bi Kurdî ya di dadgehan de pêngavek girîng e û bi bîr xist ku ev yek ji daxwazên girtiyan e. Korun bang li Tirkiyeyê kir ku dest ji girtina rojnamevan, siyasetmedar û rewşenbîran ji ber sedemên siyasî berde.
Li gel Keskan, Partiya Komunîst a Awusturyayê jî (KPO) daxuyaniyek bi sernavê “Em piştgiriyê didin gelê Kurd” weşand û piştgiriya xwe ya bi greva birçîbûnê re anî zimên.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji 1923yê ango roja ku dewleta Tirk hate avakirin û vir ve bi awayeke sîstematîk li hemberî gelê Kurd polîtîkayeke bênasnamehiştinê tê meşandin û ji ber vê yekê Kurd ji bo mafên xwe yên sereke yên weke ziman, azadiya ramanê û çandî-civakî têdikoşin.
Di daxuyaniya bi îmzeya Berdevkê Neteweyî yê KPOyê yê eyaleta Mirko Messner û Viyanayê Didi Zach de tê bibîrixstin ku girtiyên Kurd ji 12ê îlonê ve dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdor kirine û hat destnîşankirin ku daxwazên girtiyan yasayî ne.