Di mudaxeleya li ber Girtîgeha Jinan ya Bakirkoyê de 7 kes birîndar bûn. Parlementera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel û 2 jinên endamên BDP'ê li ber girtîgehê dest bi çalakiya birçîbûnê kirin.
Meclîsa Jinê ya BDP'ê ya Stenbolê xwest ku 3 rojan li ber Girtîgeha Jinan ya Bakirkoyê çalakiya greva birçîbûnê li dar bixin, lê polîsan êrîşî jinan kir û pişt re jî jinan rê ji trafîkê re girt. Ji ber êrîşê trafîk demekê rawestiya.
Di êrîşê de Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê Asiye Kolçak jî di nav de 7 kes birîndar bûn. Kesên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bakirkoyê. Piştî bûyer bi dawî bûn Parlementera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel, Endama Meclîsa BDP'ê Kîbriye Evren û Endama Meclîsa Jinê ya Stenbolê Kiyamet Ilgaz barîkata polîsan derbaz kirin û li ber Girtîgeha Bakirkoyê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.
Li avahiya BDP'ê ya Bahçelîevlerê jî welatiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Tuncel, Evren û Ilgaz dê heta derengî şevê çalakiya xwe bidomînin û pişt re jî dê biçin avahiya BDP'ê ya Bahçelîevler û li vir bi welatiyan re çalakiyê xwe bidomînin.