Parka Sevgiyê bi zora polîsan hat valakirin
Konên piştevaniyê yên rêxistinên şoreşger û saziyên civakî yên sivîl ên li Parka Sevgî ya li navçeya Defne ya Hatayê ku piştî erdhejê hatin vedan, bi zora polîsan hatin rakirin.
Konên piştevaniyê yên rêxistinên şoreşger û saziyên civakî yên sivîl ên li Parka Sevgî ya li navçeya Defne ya Hatayê ku piştî erdhejê hatin vedan, bi zora polîsan hatin rakirin.
Parka Sevgî ya li navçeya Defne ya Hatayê ku piştî rabûna erdheja Mereşê, rêxistinên şoreşger û TTB, SES û saziyên civakî yên sivîl lê kon vedan, nîvê şevê bi zora polîsan hat valakirin.
Hefteyek bû ku rayedarên walîtiyê û polîsan tacîz li konên rêxistinan ên li Parka Sevgiyê dikir, dixwest ku wan ji parkê derbixe. Piştî ku xelkê parastina rêxistinên şoreşger û TTB’ê kir, polîsan nekarî wan ji parkê derbixe, hin malbat qanih kirin û ji parkê derxistin û bi şûn de, êvarê gef li rêxistinan xwarin ku parkê vala bikin, nexwe ew ê bi zorê ji parkê bên derxistin.
TTB’ê û rêxistinên şoreşger ku cihê polîsan nîşanê wan da qebûl nekir û li ber xwe da, dewletê gav ji paş re avêt û qebûl kir ku rêxistinên şoreşger û sendîkayên wek TTB û SES’ê li cihên ku nîşan dane, bi cih bibin.
Polîs ku qewilê ji bo barkirinê neda, êvarê hişt ku rêxistin biçin kon û konteynirên li parkê, li cihên ku nîşan dane, deynin.
Dilxwazên me hevdîtin bi wan re kir, diyar kir ku polîsan gotiye ku Suleyman Soylû ferman daye wan ku qewil ji bo barkirinê nedin rêxistinan.