Parêzeran ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serlêdan kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan û xwestin muwekîlê xwe bibînin.

Parêzer Raziye Ozturk, Îbrahîm Bîlmez, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.

Parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan û xwestin muwekîlê xwe Abdullah Ocalan bibînin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 1999’an de dema ku bi komploya navneweyî hate dîlgirtin û vir ve di Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Zêde ya Îmraliyê de, di bin tecrîdeke giran de ye.

Hevdîtina herî dawîn a bi Abdullah Ocalan re di 25’ê Adarê de bi telefonê bû. Birayê dema bi telefonê pê re diaxivî, xet hatibû qutkirin.

Ocalan herî dawî piştî 8 salan parêzerên xwe 2-22'yê Gulanê, 7'ê Tebaxa 2019'an hev dîtibû. Ji 7'ê Tebaxa 2019'an û wir ve hemû serlêdanên parêzeran bêbersiv hatine hiştin.

Parêzeran di 22’ê Mijdarê de ji bo hevdîtina bi lezgînî serî li Hakîmtiya Înfaza Ceza ya Bûrsayê dabûn û derketibû holê ku derbarê Abdullah Ocalan du biryarên qedexeya hevdîtinê hatiye dayîn. Hakîmtiya Înfazê ya Bûrsayê diyar kiribû dadgehê derbarê Ocalan di 12’ê Cotmehê de hevdîtin 6 mehan qedexe kiriye.

Hakîmtiyê serlêdana hevdîtinê ya malbatan jî red kir û biryara Serokatiya Lijneya Dîsîplînê ya Midûriyeta Saziya Înfaza Ceza ya Îmraliyê ya ‘3 mehan hevdîtina ziyaretvanan lê hatiye qedexekirin’ a di 18’ê Tebaxê de wekî hincet nîşan da.