Parêzeran ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan kirin

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo karibin Rêber Apo bibînin serî li serdozgeriyê û midûriyeta girtîgeha Îmraliyê dan.

SERLÊDANA JI BO HEVDÎTINÊ

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Ozgur Faîk Erol û Mazlûm Dînç ji bo dîtina Rêber Apo careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Parêzeran ji bo dîtina girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serlêdan kirin.