Parêzer ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd wê dîsa serlêdanê bikin
Ligel ku hinceta ‘qedexeya hevdîtina bi parêzeran re’ qediyaye agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê stendin. Wê parêzer îro jî serlêdanê bikin.
Ligel ku hinceta ‘qedexeya hevdîtina bi parêzeran re’ qediyaye agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê stendin. Wê parêzer îro jî serlêdanê bikin.
Ev bû salek ku ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin agahî nayên girtin. Ocalan, herî dawî di 25’ê Adara 2021’an de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re li ser telefonê axivîbû lê ev axaftin jî di niviyê de hatibû qutkirin. Ocalan, herî dawî di 7’ê tebaxa 2019’an de bi parêzerên xwe re hevdîtin kiribû.
Hemû hevdîtinên piştî van dîrokan ji hêla serdozgeriyê ve bêencam hatin hiştin. Hema hema ji bo hemû biryarên redkirina daxwaza hevdîtinê, hinceta cezayên disiplînê hatin nîşandan. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di 22’yê Mijdara 2021’an de bi daxwaza “hevdîtina lezgîn” a bi Ocalan, Omer Hayrî Konak, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş re serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê dan. Di serlêdana xwe de parêzeran xwestin ku ev rewşa agahî jê negirtinê bi dawî bibe û bi miwekîlên xwe re rû bi rû hevdîtinê bikin.
Lê belê dadgeriyê ev serlêdana parêzeran red kir û biryara qedexeya hevdîtinê ya ji bo 6 mehan ku di 12’ê Cotmehê de hatibû dayîn weke hincet nîşan dan. Qedexeya hevdîtina bi parêzeran re ku di 12’ê Cotmehê de hatibû dayîn, di 22’yê Nîsanê de bi dawî bû. Lê li gel ku ev biryara “qedexeyê” ku weke hinceta “qedexeya hevdîtinê” dihat nîşandan bi dawî bûye jî, nehiştin ku parêzer bi Ocalan re hevdîtinê bikin. Parêzeran di 26’ê Nîsanê de ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin lê erênî yan jî neyînî tu bersivek jê re nehat dayîn.
Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtina bi miwekîlên xwe re îro wê dîsa serî li Serdozgariya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê bidin.