Huqûqnasan dan zanîn ku greva birçîbûnê gihiştiye asteke girîng û gotin; "Divê dewlet daxwazên wan qebûl bike." Parêzeran da zanîn ku girtî dest ji greva xwe bernadin û da zanîn ku heta ji bo çareseriyê tu pêngavek neyê avêtin, dibe di vê hefteyê de pirsgirêkên mayinde yên tenduristiyê û mirin çêbibin.
PRZ. AKTAR: WEZARETA DADÊ BI XWE BIRYARA WAN DÎT!
Serokê Baroya Amedê Parêzer Mehmet Emîn Aktar bal kişand ku greva birçîbûnê gihiştiye asteke krîtîk û got:"Divê a niha hevdîtin bi Îmraliyê re bê kirin. Ger ev bê kirin, ez bawer im ku dê pirsgirêk çareser bibe."
Aktar destnîşan kir ku Wezîrê Dadê Sadullah Ergîn, di daxuyaniya xwe de ji bo hevdîtinên qet behsa hevdîtina bi Îmraliyê re nekiriye û vê yekê rexne kir. Prz. Aktar got; “Êdî dikeve roja 45’emîn. Ger çareseriyek pêk neyê em baş dizanin ku dê mirin çêbibin" û wiha domand: "Hevdîtina Wezareta Dadê ya rû bi rû bi girtîgehan re pêk anî, girîng bû. Ji ber ku bi xwe helwesta wan a bi biryar baştir dît. Ji ber vê jî bi ya min dê Wezaret vê yekê li ber çavan bigire."
'DIVÊ HEVDÎTINA BI ÎMRALIYÊ RE A NIHA ÇÊBIBE'
Prz. Aktar da zanîn ku bi ya wî ger hevdîtina li Îmraliyê pêk bê, dê rojek piştî greva birçîbûnê jî bi dawî bibe û got:"Divê ev hevdîtin a niha pêk bê. Ger sibê ev pêngav were avêtin, bi ya em ev grev jî dê bi dawî bibe."
Prz. Aktar got; “Bi ya min bawer nakim ku destwerdanek li hemberî grevê pêk bê. Divê em vê bibînin; di warê rêgezên navneteweyî de, heta girtî bi xwe qebûl nekin hûn nikarin ji bo vê yekê zoriyê lê bikin. Heta hişê grevgiran li serê wan be, hûn nikarin mudaxele bikin."
PRZ. OZEN: NEXWEŞIYÊN MAYINDE DEST PÊ DIKIN
Parêzerê ji grevgirên birçîbûnê rojnamevan Tayyip Temel Cemîl Ozen bal kişand ku pirsgirêkên girtiyan zêde dibin û got; “Ji ber nebûna vîtamîna B1 nerehetî dest pê kirine û zêde dibin. Ji bo greva birçîbûnê vîtamîn divê. Di çarçoveya Qanûnên Înfaza Ceza de dewlet neçar e ku vê yekê bike. Neçariyek qanûnî ye. Di rojiyên mirinê de dikarin vîtamînê qebûl nekin, lê di grevên wiha de divê vîtamîn hebe. Dibêjin ku li Tirkiyeyê vîtamîna B1 li Tirkiyeyê tune ye, ji ber vê texrîbat di hucreyên mejiyê miwekîlê min û gelek girtiyên din de çêdibin. Evane dê bibin sedema nexweşiyên mayinde."
'MIWEKÎLÊN MIN GOT KU EW QET DEST JI GREVÊ BERNADE'
Prz. Ozen der barê hevdîtina bi mekîlê xwe Tayyip Temel de jî agahî da û got; “Nerehetiyên hene berdewam dikin û her roj yeke din lê zêde dibe. Lihevketina mîdeyê, vijikîn, jan, texrîbata hucreyên mejî, bêxewî, negirtina tiştên rûhn û pirsgirêkên weke van zêde dibin."
Prz. Ozen da zanîn ku Temîl di dema hevdîtinê de wî dît ku miwekîlê wî gelek bi biryar e û got:" Di dema hevdîtinê de ji min re got 'Heta daxwazên me pêk neyê dê greva me bidome'. Got ku tu kesek nikare wisa bike ku ew dest ji vê biryara xwe berdin. Ji bo qebûlkirina daxwazên ji bo Birêz Ocalan û zimanê Kurdî pir bi biryar in. Ji ber vê jî divê dewlet pêngavan biavêje û daxwazan pêk bîne."