Parêzer Çîftçîler: Berpirsyariya dewletê ya kêmasiyan heye

Parêzer Erhan Çîftçîler diyar kir ku îlankirina Rewşa Awarte ne pêwîst bû û destnîşan kir ku berpirsyariya dewletê ya kêmasiyan heye.

Tevî ku ev çend hefte li ser her du erdhejan derbas bûn, derket holê ku hîna gelek kon negihiştine mexdûrên erdhejê. Tevî ku dewlet şovên alîkariyê dike jî, hîna alîkarî negihiştine gelek cihan. Yek ji sedemê vê yekê, îlankirina Rewşa Awarte ye. Gelek alîkarî ji ber Rewşa Awarte tên astengkirin. Parêzerê OHD’î Erhan Çîftçîler ji ANF’ê re axivî û qala gelek aliyên hiqûqî yên bi erdhejê re derketin, kir.

Parêzer Çîftçîler anî ziman ku Rewşa Awarte ya ku di roja yekem de hatî îlankirin, ne pêwîst bû û got: “Piştî erdheja destpêkê her kesê digot ‘divê Rewşa Awarte were îlankirin’. Lê Rewşa Awarte ya ku qala wê dihat kirin, ne bi vî awayî bû. Fikrek wisa hebû ku eger Rewşa Awarte nebe, wê artêş nekaribe li cihê kavilan bixebite. Lê tiştek wisan nîn e.

Rewşa Awarte ne pêwîstiyek bû. Bû amêrek a propagandaya siyasî. Mînak, niha li Meletiyê Rewşa Awarte hatiye îlankirin, lê li Erzîncanê nehatiye îlankirin. Tenê cudahiyek di navbera herduyan de heye. Rewşa Awarte ya ku li Meletiyê hatî îlankirin, tenê têkildarî lêgerîna rizgarkirinê û gihiştina alîkariyan nîn e.”

AFAD, WEZARETA DERDOR Û BAJÊRVANIYÊ Û ŞAREDARÎ BERPIRSYAR IN

Parêzer Çîftçîler erkên AFAD’ê û Wezareta Derdor û Bajêrvaniyê bi bîr xist û got ku ev sazî jî ji hilweşînan berpisyar in. Çîftçîler wiha pêde çû: “Erkê AFAD’ê ne tenê ew e ku li giştî Tirkiyeyê tatbîkatê bike. Mînak, tê gotin ku wê li Bîngolê erdhej çêbibe. Divê AFAD têkildarî ku li Bîngolê kîjan cih li ser xeta fayê disekinin, welatiyan hişyar bike. Divê xetên fayê ji AFAD’ê werin pirsîn. Berpirsyariya wê ya yekem, ev e. Divê Wezareta Derdor û Bajêrvaniyê li hemû avahiyan kontrolê bike. Berpirsyariya şaredariyan jî heye ku her cih ji îmarê re vekirine. Berpirsyariya dewletê ya kêmasiyan heye. Bi awayek hiqûqî alîkariyên tên kirin, ne ji bo xêrê ye. Berpirsyariya dewletê ya piştî kêmasiyên wê ye.

DIVÊ LÊPIRSÎN WERE VEKIRIN

Erhan Çîftçîler qala girtin û darizandina muteahîtan jî kir û wiha got: “Niha ne tenê muteahît e ku li vir sûc kiriye. Yên sûc kirine di heman demê de personel û şîrketên kontrolkirinê ne. Berpisyariya van hemûyan heye.”

PIRSGIRÊKA HÎJYENÊ HEYE

Çîftçîler qala xebatên alîkariyê yên ku ew bi xwe jî li Meletiyê tevlî bûye kir û ev tişt ragihand: “Piraniya hilweşînên li Meletiyê, piranî piştî erdheja Elbistanê ya duyem pêk hat. Mirovan bi awayekê pirsgirêka cil û ber û xurekan çareser kir, lê pirsgirêkek cidî ya hîjyenê heye. Ne mantiqî ye ku hemû alîkarî di bin bunyeya AFAD’ê de were kirin. AFAD têrê nake. Lê tevî vê yekê jî alîkariyên din asteng dike.”