Parêzbendiya Semra Guzel a HDP'î hat betalkirin

Parêzbendiya Parlementera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel hat betalkirin.

Li Desteya Giştî ya Meclîsê hevdîtina ji bo betalkirina parêzbendiya Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel hat nîqaşkirin.

Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar jî tevli Desteya Giştî bûn. Parastina Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç bi qasî 3 saetan dewam kir.

Piştî parastinê dengdayîn hat kirin. Ji bo fezlekeya ewil a derbarê Guzelê de 313 kesan gotin erê û 52 kesan jî gotin na.

HDP JI DESTEYA GIŞTÎ DERKET

Di dengdayîna ji bo fezlekeya dudoyan a der barê Guzelê de, 327 kesan got erê û 52 kesan jî got na. Piştî vê parlementerên HDP'î Desteya Giştî protesto kirin û derketin.

DÊ PÊVAJOYA DARAZÊ DEST PÊ BIKE

Piştî betalkirina parêzbendiya dê dosye ji Wezareta Dadê re bê şandin. Piştî wezaret dosyeyê ji dozgeriyê re bişîne, dê pêvajoya darazê dest pê bike.