PÎK: Yekîtiya netewî li dijî êrişên li Kurdistanê şerte

Partiya Îslamiya Kurdistanê (PÎK) bi daxuyaniyekê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kir û bang li partiyên Kurdistanî kir û got, “Erka her partiyeke Kurdistanî ye ku bi ruhekî netewî li dijî dagirkeran tevbigere.”

PÎK’ê têkildarê êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk ya 17’ê Nîsanê bi hevkariya PDK’ê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dayî destpêkirin daxuaniyeke nivîskî da. PÎK’ê di daxuyaniya xwe de vê êrişa dagirkeriyê ya hikumeta faşîst a AKP-MHP’ê wiha pênase dike; “Desthilatdariya AKP-MHP’ê ji ber krîza navxweyî ya li Tirkiyeyê, ji bo gel û mûxalefetê bêdeng bike, li dijî gelê Kurd dest bi vî şerê qirêj kir.”

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

“Dewleta Tirk li dijî hêzên gerîla yên li Metîna, Zap, Avaşînê û ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê êrişeke berfireh a qirkirinê da destpêkirin.

Hêzên leşkerî yên dewleta Tirk bi balafirên xwe û bi tankan bi çekên xwe yên giran baregeh û stargehên gerîla û qadên jiyanê yên Başûrê Kurdistanê bombebaran dikin.

Çawa ku li Kurdistanê di vê meha pîroz a Remezanê de ji aliyê hikûmeta AKP'ê ya ku îdiaya Mislimantiyê dike, çawa ku mirov û heywan di bin bombeyan de dinalin, bêyî ku çiya û kevir nas bike her derê bombebaran dike û hemû xwezayê tune dike.

Desthilatdariya AKP-MHP’ê ji ber krîza navxweyî ya li Tirkiyeyê, ji bo gel û mûxalefetê bêdeng bike, li dijî gelê Kurd dest bi vî şerê qirêj kir.

Di heman demê de, vî demî ku hemû cîhan bi şerê Ukrayna-Rûsyayê ve mijûl e, weke firsendekê dibîne û êrîşî gelê Kurd dike.

Erdogan her cara ku dikeve tengasiyê vê taktîkê bi kar tîne, ji ber ku dijminatiya Kurdan armanca hevpar a hikûmet û muxalefetê ye.

Di rastiyê de hemû partiyên muxalefetê bi taybet CHP’ê piştgiriya xwe ya ji bo operasyonê ragihandin.

Xuya ye ku hikûmet, leşker û muxalefet ji bo înkar û îmhaya gelê Kurd li hev kirine û bi heman zimanî diaxivin.

Dewleta Tirk bi leşker, hikûmet û muxalefeta xwe re li hemberî her Kurdê li ser rûyê erdê dijîn polîtîkaya îmha û înkarê dimeşîne.

Dewleta Tirk çawa ku bi salan Kurd înkar kir, ti carî çareserî ji pirsgirêka Kurd re neanî û her tim bê çareserî ferzkir. Çawa ku plana înkar û tinekirina Kurdan di nav sînorên Tirkiyeyê de ferz dike, hebûn û destkeftiyên Kurdên derveyî sînor jî dike hedef.

‘EV OPERASYON NE TENÊ Lİ DİJÎ PKK’Ê, Lİ DİJÎ TEVAHÎ GELÊ KURD Ê BAŞÛRÊ KURDİSTANÊ TÊN KİRİN’

Tirkiye gelek caran li dijî PKK’ê operasyonên dervayî sînor pêk aniye û heta îro tu carî bi ser neketiye.

Ev operasyon ne tenê li dijî PKK’ê, li dijî tevahî gelê Kurd ê Başûrê Kurdistanê tên kirin.

Banga me! Divê hemû partiyên Kurd û gelê Kurd bi taybet hikûmeta Başûrê Kurdistanê li dijî dewleta Tirk bi ruhekî netewî tevbigerin, erka her partiyeke Kurdistanî ye ku bi ruhekî netewî li dijî dagirkeran tevbigere.

Li ser navê PÎK’ê em operasyona leşkerî ya dewleta Tirk a li dijî gerîla û Kurdistanê daye destpêkirin bi tundî şermezar dikin.

Tişta ku em ji dewletên aktor ên herêmê û cîhanê dixwazin, ev şerê qirêj ê dewleta Tirk li dijî gelê me daye destpêkirin, demildest rawestînin.”