Ozgur Abûl: Em xwedî li zimanê xwe derkevin

Ji Însiyatîfa Xwendekarên Azad Ozgur Abûl anî ziman ku qirkirina çandî dewam dike û destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de divê xwedî li zimanê Kurdî bê derketin.

Hevberdevkê Însiyatîfa Xwendekarên Azad Ozgur Abûl diyar kir ku ji dema avabûna dewleta Tirk û vir ve desthilatdaran hemûyan polîtîkaya asîmîlasyonê meşandine û destnîşan kir ku ew ciwan jî li ber vê polîtîkayê radibin.

Ozgur Abûl ji ANF'ê re axivî û bi bîr xist, ku dewlet piştî ava bû xwest Tirkîtiyê biafirîne, her kesên li hemberî vê rabûn hatin tepisandin û got, "Eger tu zimanê civakeke tune bike, tu cewherê wê civakê tune dike û di nava xwe de dihelîne. Hewldana Tirkkirina Kurdan li ser ziman tê meşandin. Zimanê Kurdan tê qedexekirin."

Abul destnîşan kir ku hîmekî girîng ê polîtîkaya tepisandina Kurdan qedexekirina ziman e û got, "Tişta ku faşîzma AKP-MHP'ê bi israr li ser disekinin; dûrxistina Kurdan ji çand û zimanê wan e. Daxwaza wan a demdirêj jî tepisandina Kurdan bi temamî ye. Ev parçeyek ji polîtîkaya tepisandinê ye. Ji dema Îttîhat û Terakkî û vir ve bi vî rengî ye. Pêvajo dewam dike û em li ber vê yekê radibin."

'CIWAN DIBIN XERÎBÊ XWE'

Abûl destnîşan kir ku piştî koça hate ferzkirin, mirovên li metropolan mezin bûn ji çand û zimanê xwe dûr ketin û ragihand ku ev yek amûrek ji bo tepisandina Kurdan e.

Abûl bi dewamî got, "Ji bo wan gefeke ku li Kurdistanê her kes bi Kurdî bi zarokên xwe re biaxive û her kes bi Kurdî zanibe. Ya ku tê xwestin bê kirin, astengkirina pêşketina herêma me, tunekirina çand û dîroka me ye. Ji ber vê yekê koçberî hate ferzkirin."

'DIVÊ EM ZIMANÊ XWE BIPARÊZIN'

Hevberdevkê Enqereyê yê Însiyatîfa Xwendekarên Azad Ozgur Abûl bang li ciwanên Kurd kir ku xwedî li zimanê xwe derkevin û got, "Eger tu bi Tirkî biaxive tu yê mîna Tirkekî bifikire, eger tu bi Kurdî biaxive tu yê mîna Kurdekî bifikire. Di vê pêvajoyê de ku qirkirina çandî hatiye girankirin, divê em ciwanên Kurd xwedî li zimanê xwe derkevin. Bi navê Însiyatîfa Xwendekarên Azad banga me ev e; divê em zimanê xwe biparêzin."