Ozel: Pêvajo ji me hemûyan berpirsyariya dîrokî ye

Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel di civîna koma partiya xwe de têkildarî pêvajoyê got, "Ev mesele, ne meseleyele reqabetê ye. Ev mesele, ji bo me hemûyan berpirsiyariya dîrokî ye."

Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel behsa pêvajoya fesixkirina PKK'ê kir û got: "Ev mesele ji bo me hemûyan berpirsiyariyeke dîrokî ye. Em nêzîkatiya xwe ya ku pirsgirêka navxweyî biqedîne û ji bo pêşerojeke ku hemû Kurd dê di welatê xwe de bi awayekî herî wekhev bi yekîtî û hevgirtinê bijîn, ji nû ve piştrast dikin û em careke din îmzeya xwe datînin bin vê."

Ozel got: "Çekdanîna PKK'ê, gavên ber bi demokratîkbûnê ve, beşên 6 û 7'emîn ên raporê ku me hemûyan bi hev re îmze kir; ev mesele ne meseleyeke reqabetê ye, ne jî dikare bibe qadeke dijminatiyê, em wê wekî qadeke dijberiyê nabînin. Ev mesele, ji bo me hemûyan berpirsiyariyeke dîrokî ye."