Otobusa 'Ji Ocalan re Azad' li Biel û Bernê hate pêşwazîkirin

Otobusa 'Ji Ocalan re Azad' li Biel û Bernê hate pêşwazîkirin

Otobusa “Ji Ocalan re Azadî” ya ku di çarçoveya kampanyaya navneteweyi ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, mehek û nîv e li bajar û welatên Ewropayê digere. Otobus li pateyxta Swîsreyê Bernê û bajarê wê Bielê bi dirûşiman hate pêşwazîkirin. Di mitînga li Bernê de ji rêberên THKO’yê Teslîm Tore ji Ocalan re got “Hevalê min” û xwest tecrîd rabe û muzakere ji nû ve bên destpêkirin.

Otobûsa ji Ocalan re Azadî duh li bajarê Bielê bi dirûşiman hate pêşwazîkirin. Di saetên danê nîvro de otobus gihişt bajêr. Li gel hemû serma û berfê bi girseyî ji aliyê Kurdistaniyan ve hate pêşwzîkirin.

Kurdistaniyan pankarta “Ji Ocalan re Azadî” vekirin û li ber tilîlî, fîtik û çepikan, dahûl û zûrneyê govend gerandin. Girseyê piştre tevî hunermend Şemdîn sîrûda “Çerxa Şoreşê” gotin. Piştre bi piştiriya rêxistinên çepgir ji bo azadiya Ocalan îmze hatin komkirin.

Otobûs piştî axaftinan, bi çepit û dirûşiman ber bi paytext Bernê ve hate oxirkirin.

LI BERNÊ BI COŞ HATE PÊŞWAZÎKIRIN

Otobusa Ji Ocalan re Azadî saet di 14.00 de gihişt paytexta Swîsre Bernê otobus li Helvetia Platzê ya li pişt Parlementoya Federal a Swîsreyê tevî ji rêberên THKO Teslîm Tore û encamê Meclîsa Kanton a Bernê Haşim Sancar, ji aliyê zêdetirê 200 kesî ve hate pêşwazîkirin. Li gel hewaya sar, otobus bi dirûşima “Ji Ocalan re azadî” hate pêşwazîkirin.

Piştî pêşwazîkirinê mitîngek bi qasî du seaetan pêk hat. Di mitîngê de li ser navê çalakgerên Otobusê Serokê Konfederasyona Komeleyên Kurdan ên Ewropayê (KON-KURD) Îsmet Kem ve axaftinek hate kirin. Kem bal kişand ser girîngiya kampanyayê û diyar kir ku ji bo zêdetir bi ser bikeve, divê zêdetir xwedî lê derbikevin.

Di mitîngê de her yek ji endamên Meclîsa Gelê Kurd a Bernê Hanifi Ceylan, ji Federasyona Komeleyên Kurdan ên Swîsre Arzû Gungor û Serokê Meclîsa Gel Hasan Korkmaz axaftin kirin û bal kişandin ser greva birçîbûnê.

Di mitînga li Bernê de ji rêberên THKO’yê Teslîm Tore ji Ocalan re got “Hevalê min” û xwest tecrîd rabe û muzakere ji nû ve bên destpêkirin.

Endamê Meclîsa Kantonê Haşim Sancar jî axaftinek kir û bal kişand ser greva birçîbûnê ya ku bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di girtîgehan de hatiye destpêkirin û got; “Grevên birçîbûnê ji bo karneya Tirkiyeyê noteke xirab e.” Piştî axaftinan Hozan Şemdîn stran strî. Girseyê li ber stranên Şemdîn govend gerandin.

Mitîng heta saet 16.00 berdewam kir û otobus ji vir jî bi dirûşim û çepikan ber bi bajarên din ên Swîsre Neuchatel, Lozan û Bernê ve hate birêkirin.