Onder Babat li cihê ku hat qetilkirin hat bibîranîn
Xwendekarê Zanîngeha Stenbolê Onder Babat, di 19 salvegera qetilkirina xwe de li cihê ku lê hat qetilkirin hat bibîranîn.
Xwendekarê Zanîngeha Stenbolê Onder Babat, di 19 salvegera qetilkirina xwe de li cihê ku lê hat qetilkirin hat bibîranîn.
Xwendekarê Faqûlteya Hiqûqê ya Zanîngeha Stenbolê û xebatkarê Tevgera Şoreşger Onder Babat 19 sal berê li Kolanan Beyoglû Îmam Adnan hatibû qetilkirin. Onder Babat di salvegera qetilkirina xwe de bi pêşengiya Tevgera Şoreşger hat bîranîn. Di bîranînê de ku TOP, TÎP, Partiya Çep, EHP, KOZ, Fealiyeta Xwendekaran û DEKA-DER amade bûn, soza “Em ê ji kujerên Onder Babat hesap bipirsin û xwedî li nirxên wî derkevin“ hate dayîn. Di bîranînê de ku wêneyên Onder Babat hate hilgirtin, pankartên “Em ji bo Onder Babat edaletê dixwazin” hate hilgirtin. Girseya ku gelek caran dirûşmeyên “Onder Babat nemir e”, “Wê hesaba Onder were pirsîn” berz kirin, peyama “Em ê bi hezaran bibin Onder û derkevin pêşberî we” dan.
EM NATIRSIN, GAV PAŞ VE NAVÊJIN
Bîranîn di şexsê Onder Babat bi deqeyek rêzgirtina ji bo hemû şehîdên şoreşê destpê kir. Axaftina yekem ji aliyê Sekrêtera Giştî ya Komeleyên Ciwanên Şoreşger Zeynep Buşra Islak ve hat kirin. Buşra bi bîr xist ku 19 sal berê Onder Babat li vê kolanê hatiye qetilkirin û wiha got: “Onder Babat xwendekarekî şoreşger bû ku li her qadê mînak bû, li hember pirsgirêkên gel bi hestiyar bû. Em dizanin ku bi qetilkirina Onder re xwestin peyameke bidin hemû xwendekarên şoreşger. Em li vir bersiva wê peyamê didin; Em natirsin û gav paş ve navêjin. Em ê li dijî emperyalîzm û faşîzmê bibin Denîz, Mahîr û Onderan û em ê welatê demokratîk û zanîngeha demokratîk ava bikin.”
EM Ê JI KUJERAN HESAP BIPIRSIN Û XWEDÎ LI NIRXÊN WÎ DERKEVIN
Piştî axaftinê Gerînendeyê Karên Nivîsê yê Kovara Tevgera Şoreşger Ahmet Edîz daxuyanî xwend. Edîz destnîşan kir ku piştî qetilkirina Onder û heta niha ji bo ku kujer bên veşartin û qetlîam di tarîtiyê de bimîne her tîşt hatiye kirin. Edîz da zanîn ku li kolana ku Onder lê hatiye gulebarankirin delîlek jî nehatiye berhevkirin û bûyer ji aliyê çapemeniya bûrjûva ve hatiye berovajî kirin. Kesên ku dixwazin kujerê Onder Babat bê dîtin jî destê wan hatin kelepçekirin.
Edîz bi bîr xist ku Onder Babat beriya civîna NATO’yê ya li Stenbolê hatiye qetilkirin. Edîz got: “Em piştî 19 salan careke din soz didin, em ê ji kujerên Onder hesap bipirsin û xwedî li nirxên wî derkevin.”
Piştî daxuyaniyê li cihê Onder Babat lê hatiye qetilkirin, wêneyê Babat û qurnefîl hatin danîn.