Vedat Çem Erkmen yê li Girtîgeha Tîpa F’yê Hejmar 2 ya Tekîrdagê dihat girtin duh di hucreya lê dima de bi awayeke bi guman jiyana xwe ji dest da. Şaxa Komeleya Hiquqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê ji bo Erkmen daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku malbata Erkmen agahî daye komeleyê. Her wiha hatiye gotin bêyî ku li benda malbat û parêzeran bê sekinandin otopsiya Erkmen hatiye pêkanîn û ev tişt hat gotin; “Parêzerên komeleya me demek dirêj nekarîne mixateb peyda bikin, hevdîtinên bi muwekîlên wan yên li girtîgehê jî bi awayekî derhiquqî hatiye astengkirin.”
Di dewama daxuyaniyê de her wiha hatiye gotin ku Miduriyeta Goristanan ya Şaredariya Bajarê Mezin Tekîrdagê bêyî hincet wesayîta cenazeyê nedaye malbata Erkmen, tevî vê yekê parêzerên komeleyê û malbatê bi derfetên xwe cenazeyê Erkmen radest girtine.
SEDEMA 'EWLEHIYA JIYANA WÎ NÎNE'
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku parêzeran xwestin biçin girtîgehê û bi midûrê saziyê re hevdîtinê bikin, lê belê ev daxwaz nehatin qebûlkirin û hate gotin ku parêzer bi hevalên Erkmen û girtiyên li hucreya cîranê wî re hevdîtin pêk anîne. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Erkmen di 16'ê Kanûna 2021'an de bi hinceta “ewlekariya jiyana wî nîne" bi zorê xistin hucreya yek kesî.
‘Jİ BO VÊ YEKÊ SEDEMEK JÎ NÎNE’
Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hat gotin, "Girtiyên ku bi wan re hevdîtin hatiye kirin, diyar kirin ku ew qet di wê baweriyê de nînin ku Vedat Erkmen întîhar kiriye, Vedat ne yek ji van kesan e ku meylekî wî yê wiha hebe û ji bo vê yekê sedemek jî nîne. Di hevdîtinên hatinî kirin û agahiyên ku hatin bidestxistin yên di derbarê mirina Vedat Erkmen de gumanên cidî derketin. Pêvajoya hiqûqî ji aliyê me ve bi baldarî tê şopandin.”