OHD bang li namzetên serokkomariyê kir: Bila Îmrali bê girtin

Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang li namzetên serokkomariyê kir û ji wan xwest, ku tecrîdê bi dawî bikin û girtîgeha Îmraliyê bigirin.

OHD'ê beriya hilbijartinên 14'ê Gulanê bang li namzetên serokkomariyê kir û bal kişandin ser tecrîdê û astengkirina berdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi şert.

OHD'ê diyar kir ku mafê berdana bi şert a girtiyên nexweş ji wan hatiye standin.

OHD'ê ragihand ku di vê mijarê de gelek serlêdan li wan hatine kirin û got, "Ji ber vê yekê divê Desteyên Îdare û Çavdêriyê bêne girtin ku timî cezayên girtîgehê didin."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Divê tecrîda giran a li ser Birêz Ocalan bê bidawîkirin, ji bo têkiliya bi parêzeran, malbatê û deve re gavên bingehîn bêne avêtin, girtîgeha bi Tîpa F a Îmraliyê tavilê bê girtin. Têkildarî cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî biryarên Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê bi cih bêne anîn û di vê mijarê de guhertina qanûnî bê kirin."