NY’ê bikaranîna çekên kîmyewî ya li Sûriyê piştrast kir
NY’ê bikaranîna çekên kîmyewî ya li Sûriyê piştrast kir
NY’ê bikaranîna çekên kîmyewî ya li Sûriyê piştrast kir
Mufetîşên Netewên Yekbuyî (NY) di rapora xwe ya derbarê ku li Sûriyeyê çekên kîmyewî hatiye bikaranîn de diyar kirin ku 5 caran kîmyasal hatiye bikaranîn. Mufetîş berpirsên van êrîşan nade xuyakirin.
Sekrterê giştî yê NY’ê Ban Kî-moon diyar kir ku di rapora ku di 12’ê Kanûnê roja pêncşemê hatiye pêşkirin de tê piştrastkirin ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Di raporê de hat gotin ku li Guta ya nêzî Şamê, Han el Asal ya nêzî Halebê, Cobar ya nêzî Şamê, Sarkeb ya li Bakurê Rojava û Sahnaya Eşrefjiyeyê ya nêzî Şamê çekên kîmyewî hatin bikaranîn û der barê vê jî agahî û tespîtên girîng hene.
Lê nîşaneyên ku li Bahariye ya li Gutayê û taxa kurd ya Şêx Maksut ya Halebê jî rastîn nehatin dîtin.
Di raporê de hate diyar kirin ku li Sûriyeyê di rewşa heyî de di pevçûnên navbera aliyan de didomîn de çekên kîmyewî hatine bikaranîn û lê nehat gotin ku ka kê çekên kîmyewî bikaraniye û ev jî ji xwe nakeve qada peywira mufetîşan.
Rapora niha, wek rapora beriya vê ya 16’ê îlonê hat pêşkêşkirin de dîsa hat diyar kirin ku di 21’ê Tebaxê de li herêm Guta li hemberî sivîlan çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Welatên Rojava Esad ji vê berpirs dibîne, Rusya, Îran û Şam jî komên çekdar berpirs dibîne.
Di 23’ê Adara 2013’an de êşa li Han El Assal pêk hat de rejîmê komên çekdar sûcdar kir û got belgeyên girîng di destê wan de hene. Her wiha di 24’ê tebaxê de li Cobar a nêzî Şamê jî hat tespîtkirin ku bi rêjeyek biçûk çekên kîmyewî li dijî leşkeran hatiye bikaranîn. Li gorî raporê li Sarakeb jî di 24’ê tebaxê de li dijî sivîlan çekên kîmyewî hatiye bikaranîn.
Hate diyar kirin ku li Eşrefiye Sahnaya di 25’ê Tebaxê de di êrîşa li dijî leşkeran hatiye pêk anîn de nîşaneyên bikaranîn kîmyewî nîşan dide.
Mufetîşan diyar kirin ku di êrîşên 22’ê Tebaxê ya li Bahariye, di 13’ê Nîsanê de jî li Şêx Maksut madeyên kîmyewî tespît nekirine. Di mînakên xwînê yên Bahariyeyê de test negatîf derketin.
Hikûmeta Sûriyeyê diyar kiribû ku muxalefetê li Han el Assal, Cobar, Eşrefiya Sahnaya û Bahariye çekên kîmyewî bikaraniye.
Rapora ji 82 rupelî pêk tê pêşkêşî konseya Ewlehiya NY’ê hat kirin. Tê payîn ku konseya ewlehiyê roja duşemê raporê lêkolîn bike. dema rapor teslîmê Ban Kî-mon hat kirin, diyar kir ku bikaranîna çekên kîmyewî binpêkirinek giran ya qanûnên navnetewî ye. Kî-mon got piştî peymana DYA û Rusyayê li NY’ê biryar hat girtin û piştre dest bi îmhakirina çekên kîmyewî kirine. Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî got heta 30’ê hezîrana 2014’an dê temam bikin.